Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin

  • rojane
  • 14:00 15 Sibat 2025
  • |
STENBOL - Birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç di hefteya 1038’emîn a Dayikên Aştiyê de got: “Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin.” 
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefteyê li Qada Galatasarayê tên cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û hatin qetilkirin dipirsin, ji bo kiryar bên dîtin û darizandin çalakiya xwe didomînin. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê hatin gel hev, di dest de qurnefîl û wêneyên windakiriyan xwe di hefteya 1038'an de çalakiya xwe domandin. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995'an de li Stenbolê hat qetilkirin hat vegotin. Metna daxuyaniyê ji hêla Seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin.
 
‘TU XEBER JI RIDVAN KARAKOÇ NEHATIN GIRTIN’ 
 
Gulseren Yolerî di daxuyaniyê de serpêhatiya Ridvan Karakoç wiha anî ziman: “Ridvan Karakoç ê 34 salî li Stenbolê dijiya û di partiyên siyasî û saziyên çand û hunerê yên kurdan de kar dikir. Kesê di sala 1994'an de ji ber îfadeya li midûriyeta polîsan hat binçavkirin, biryara girtinê hat dayîn. Polîsên ku li Ridvan digerin, mala malbata wî her tim dişopandin û dem bi dem bi ser malê de digirin û dibêjin, 'Rîdvan bînin cem me. Hûn neynîn em li ku bibînin em ê bikujin' gef li malbatê xwar. Ridvan ku nikarîbû were malê, heta 15'ê Sibata 1995'an bi malbat û parêzer Eren Keskîn re bi rêkûpêk têkilî danî. Lê piştî vê tarîxê têkiliya bi Ridvan re bi tevahî qut bû. Dorpêça polîsan a li ser malê hat rakirin û serdegirtin bi dawî bû. Dû re ji ji Ridvan tu xeber nehat girtin."
 
'TEVÎ ŞOPA TILIYÊ JÎ WEK KESÊ NAVÊ WÎ NEDIYAR HAT DEFINKIRIN’ 
 
Gulseren Yolerî diyar kir ku malbat ji bo dîtina wî ket nav lêgerînê û wiha bi lêv kir: "Malbata Karakoç ji bo ku ji zarokê xwe xeberan bigirin serî li hemû saziyên xwedî hiqûq dan, lê tu encam negirtin. Piştî lêgerîna bi israr a 110 rojan, cenazeyê Ridvan Karakoç ê ku şopa îşkenceyê lê hebû, li Goristana Altinşehîrê hat dîtin. Dema malbata wî li her derê li Ridvan digeriya, derket holê ku cenazeyê wî yê bê can ji hemû saziyên fermî, dozger jî di nav de derbas bûye, bi rojan li Saziya Tipa Edlî hatiye ragirtin û tevî şopa tiliyên wî li midûriyeta polîsan weke 'kesê navê wî nediyar' hatiye definkirin."
 
Gulseren Yolerî, daxuyand ku 30 sal in der barê rewşê de tu gav nehatine avêtin û got: “Çiqas sal derbas dibe bila bibe jî ji bo Ridvan Karakoç û ji bo hemû windahiyên xwe em ê edaletê bixwazin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
‘GELO DÊ ÊŞA VAN MALBATAN ÇAWA BÊ TELAFÎKIRIN?’
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê û parêzera Ridvan Karakoç, Eren Keskîn jî di daxuyaniyê de axivî û got: “Rojekê Ridvan telefon vekir û xwest ez bibim parêzera wî. Ridvan ji min re got ez ê her roj telefonî te bikim û ger rojekê telefonî te nekim dibê ku tiştek bi min hatibe. Her roj telefon dikir, lê rojekê telefon nekir û Ridvan di binçavan de winda bû.  Zîhniyeta ku Ridvan û windayên me yên din qetil kir, ji serdema komarê ve li ser vê erdnîgariyê serdest e. Ev zîhniyet e ku îro qeyûm tayînî Şaredariya Wanê kir. Me bi salan hewl da ku di dosyaya Ridvan de pêşketinan pêk bînin. Dozgerekî ji me re got 'Ez nikarim tiştekî bikim' û ev yek polîtîkaya dewletê ye. Windakirin polîtîkayeke dewletê. Mixabin erdnîgariya me erdnîgariya miriyên bê gor e. Pir zehmet e mirov bifikire ku dê êşa van malbatan çawa telafî bike. Lê eger em bi rastî jî wek Mirovên Şemiyê vê têkoşînê dimeşînin, ev bi saya têkoşîna wan e."
 
'EM Ê HESABÊ BIPIRSIN’
 
Birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Beriya birayê min bê qetilkirin, timî bi ser mala me de girtin û timî gef li me xwarin. Piştî ku birayê min hat qetil kirin, serdegirtina mala me rawestiya. Birayê min bi awayekî hovane hat qetilkirin. Çawa ku bi hezaran dayik ji kerban mirin, diya min jî ji kerban mir. 30 sal in em li vir in, zarok û neviyên me wê piştî me hesab bipirsin. Hezar sal jî derbas bibe em ê hesab ji wan bipirsin."
 
Piştî axaftinan çalakvanan qurnefîl danîn qadê û çalakî bi dawî bû. 
 

Sernavên din

25/02/2025
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin