WAN - Rojnameger Rabîa Onver ku di serdegirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatibû binçavkirin, hate berdan. 
	Rojnameger Rabîa Onver ku di serdegirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatibû binçavkirin, hate berdan. Rojnameger Rabîa Onver bi saetan di wesayîta binçavkirinê de destkelemçekirî hate ragirtin. Ji bo muayeneyê birin nexweşxaneyê û ji ber ku qebûl nekir dema destên wê kelemçekirî were tedawîkirin, bijîşkê nexweşxaneyê rapora “nehatiye derbkirin” îmze kir û şand. 
	Di îfadeya li emniyetê de ji Rabîa Onver pirsên weke “Kê ferman da te ku biçî şaredariyê? Tu çima bişev li şaredariyê may?” hatin kirin. 
	Wênekeş, komputer û telefona Rabîa Onverê hatin desteserkirin û hate berdan. 




