DÊRSIM - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan der barê gotinên Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ên "Peyama vîdyoyê ne li gorî qanûnê ye" got: "Ji bo pirsgirêka sedsalê wê bangeke bi qîmet bê kirin. Dema ku bang bê kirin hûn qanûnê bibîrtînin? Ez bang wezîr dikim ku cidî be."
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dêrsimê 2'yemîn kongreya xwe ya asayî li oteleke bajêr li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî beşdarî kongreya ku bi dirûşmeya “Em ji bo azadiyê xwe birêxistin dikin” bû.
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, polîtîkayên desthilatê rexne kir û got: “Em ji we natirsin. Em ê zêdetir xwedî li partiya xwe û têkoşîna xwe derkevin. Dêrsim Çorum, Gazî, Roboskî ye. Dêrsim Gulistan Doku ye, berxwedan e."
Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordû jî bal kişand ser 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û girîngiya "aştî"yê.
'DEST JI ÎNKARÊ BERDIN'
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got ku Dêrsim bajarê heqîqet û berxwedanê ye. Bakirhan bal kişand ser polîtîkayên zext, binçavkirin û girtinê yên desthilatê û got: "Ev 100 sal in heman hafizeyan dubare dikin. Ma Seyîd Riza dest jê berda ku em dest jê berdin? Ma Sakîne (Cansiz) dest jê berda ku em dest jê berdin? Aysel Dogan dest jê berda ku em dest jê berdin? Êdî ji vê berxwedanê, ji vê helwestê dersê bigirin. Polîtîkayên xwe yên înkarkirinê yên sedsalî deynin kêlekekê."
Bakirhan bertek nîşanî polîtîkayên qeyûm da û got: "Gelo hûn dikarin têkoşîna gelê Dêrsimê ya ku li çiyayan li mifteya windabûyî digere asteng bikin? Dest ji van polîtîkayên înkarê yên sedsalî berdin. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin."
Bakirhan bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navînê jî û got ku welatekî demokrasiyê pêk bîne dê pirsgirêka wê ya ewlehiyê tüne be û yên pirsgirêka wan a ewlehiyê û fikarên wan hebin, ew welatên antîdemokratîk in.
BERSIV DA WEZÎRÊ DADÊ
Bakirhan di berdewama axaftina xwe de îşaret bi daxuyaniyên Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç jî kir û got: "Birêz Wezîr dibêje 'peyama bidîmen ne li gorî mewzûatê ye.' Wê ji bo pirsgirêkeke sedsalî bangeke hêja bê kirin. Birêz Wezîr dibêje ku 'Hevdîtina Ocalan a bi Tirkiye, kurdan û elewiyan re ne li gor mewzûatê ye. Jêtirê li Îmraliyê mewzûat tê pêkanîn. Ma we hiqûq û mewzûat hiştiye. Li wir hiqûqeke xeyrî fermî tê sepandin. Birêz wezîr li cihê ku mewzûat lê tune ye hûn mewzûatê bibîr dixin? Birêz Ocalan 4 sal in nikare hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. 4 sal in haya kesî ji wir tüne ye. Çûk jî nayên firandin. Di hiqûqa wan a antîdmeokratîk e jî mewzûat tüne ye. Wer xuya ye birêz wezîr hê nû hay ji mewzûatê û hiqûqê çêbûye. We mewzûatê li Îmraliyê, li giravê noq kir. Ez we ji bo banga hêja vedixwînim samimiyet û cidîiyetê. Divê hûn rê û rêbazekê ji bo parvekirina peyama birêz Ocalan bibinin. Birêz Bahçelî gotibû bila were Meclisê, êdî ya mayî hûn bibinin. Kî nebêje hûn mewzûatê û hiqûqê pêk tînin. Dema wê bang bê kirin hûn mewzûatê û hiqûqê bibîr dixin. Ez bang wezîr dikim ku cidî be."
Berfirehiya nûçeyê tê...