NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wanê û Şirnexê girtin û binçavkirina HDK’iyan hate protestokirin.
Di 18’ê Sibatê de li dijî pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) opersyona binçavkirinê û girtinê hat lidarxistin. Êrişa li dijî HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin. Di daxuyaniyan de metna hevpar hat xwendin.
WAN
Bi pêşengtiya Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “HDK em in, em li vir in” û “Bijî biratiya gelan” hate berzkirin. Rêveberê DBP’a Bajar Mehmet Emîn Kutaz di daxuyaniyê de axivî û got ku daraz li ser navê îktîdarê xebatên siyasî dimeşîne. Kutaz, got: “Di operasyona li dijî HDK’ê de endamên MYK’a me Semîha Şahîn, Mehmet Saltoglû û endamên MYK’a me ya serdemê berê, Hevbedevka HDK’ê ya dema berê Esengul Demîr jî di nav de herî kêm 50 kes hatin binçavkirin û ji wan 30 jê hatin girtin. Ev operasyon, karesatekî hiqûqê ye. Hem hinceta binçavkirinê, hem kontrola edlî, hem hefsên malê hem jî biryarên girtinê ne metnên hiqûqê ne. Ev metn, metnên kompasa siyasî ya îktîdarê ne ku dixwaze muxalîfan tesfiye bike.”
Kutaz, got ku îktîdar welêt ber bi hilweşînê ve dibe û ev tişt anî ziman: “Em careke din dibêjin; dawî li van kompasên siyasî bînin. Hevalên me yên hûn bi awayekî neheq û derhiqûqî di girtîgehan de dîl digirin tavilê berdin.”
Daxuyanî, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
ŞIRNEX
Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Nûnerên DBP, pêkhateyên TJA’yê, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “HDK tifaqa dîrokî ya bindestan e. Nabe ku bê krîmînalîzekirin” hate hilgirtin û dirûşmên “Em hemû HDK’î ne” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. Metna hevpar ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen ve hate xwendin.