WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, îhaleyên av û qenalîzasyonê yên ji aliyê DEM Partiyê ve hatibûn çêkirin bi hinceta "nebûna pere" betal kir.
Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê qeyûm ve hat desteserkirin, îhaleyên ku ji aliyê rêveberiya DEM Partiyê ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên av û kanalîzasyonê yên navçeyan hatibûn kirin, hatin betalkirin. Li navçeyên Qelqelî, Şax, Miks, Payîzava îhale hatin betalkirin.
Îhaleya ku Midûrtiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê (VASKÎ) ji bo çareserkirina pirsgirêka av û qenalîzasyonê çêkiribûn, ji aliyê qeyûm ve bi hinceta "kêmbûna pereyan" hat betalkirin. Hevşaredara Qelqeliyê Sakîne Kûtpinarê bertek nîşanî vê yekê da.
Sakine Kutpinarê da zanîn ku li Qelqeliyê rastiya qeyûman bêtir eşkere bûye û got ku ew şahidên texrîbatên qeyûm in. Salîne Kûtpinarê got: “Navçeyek me heye ku ji sala 2024’an û vir ve 3 serdeman ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. Navçeya Qelqeliyê di heyama 8 salan de 30 sal paşve hat şandin. Niha jî jin li gundan ji ber ku ava vexwarinê tune ye, neçar dimînin ku bi erebokan avê bikişînin. Ji ber ku asfalt li ser rêyan tune ye, hin nexweşên gund beriya ku bigihin nexweşxaneyan dimirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bo pirgsirêka avê ya Qelqeliyê çareser bike, xebateke 58 hezar û 550 metre ya xetên avê kir û ji bo vê îhale çêkir. Lê belê îhale bi tayînkirina qeyûm a li bajarê mezin, bi dawî bû."
ÎHALE YEKO YEKO TÊN BETALKIRIN
Dîsa li navenda navçeya Şax û taxên Karşiyakayê ji aliyê qeyûm ve çêkirina xetên veguhastinê hat betalkirin. Di çarçoveya îhaleya bi bihayê 22 milyon û 480 hezar TL'yî hat çêkirin dê hemû xetên veguhastinê yên navçeya navborî bihatana çêkirin. Yekane sedema betalkirina îhaleya ku di 21'ê Çileyê de hat qebûlkirin jî "ji aliyê karbidestê îhaleyê ve hat betalkirin" bû. Dîsa, "Xebatên Temîrkirina Depoya Ava Vexwarinê-Kêlgirtinê û Xebatên Temîrkirin û Çêkirina Ava Vexwarinê ya li taxên cuda yên Payîzava, Şax û Miksê jî bi hinceta kêmbûna pere hat betalkirin. Îhaleya 12 milyon û 529 hezar TL'yî ya ku di 22'yê Çileyê de hatibû qebûlkirin piştî mehekê hat betalkirin. Îhaleya din a ku ji aliyê qeyûm ve hat betalkirin jî "Lli gelek taxên navçeya MIks, Şax û Gevaşê Çêkirina Xeta Ava Vexwarinê" bû. Sedema betalkirina îhaleya 18 milyon û 499 hezar TL'yî wiha hat daxuyandin: "Ji ber ku îdareya me di warê aborî de zehmetiyê dikine hatiye betalkirin."
Hevşaredara Şaxê Gulten Baranê jî got: “Berî qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin bê kirin, protokola me hebû. Li ser vê protokolê dê li navçeya me 12 kîlometre xeta ava vexwarinê bihata danîn. Qeyûm çawa hat ev îhale betal kir. Bi vê biryarê qeyûm xelkê Şaxê ceza kir. Em ê tu carî van pêkanînên qeyûman qebûl nekin û ji gelê xwe re rave bikin. Me di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji 14 şaredariyan 14 bi dest xist. Heya niha qeyûm armanc dike ku şaredariyên DEM Partiyê betal bike. Gelê me baş dizane ku qeyûm dixwaze wan ceza bike. Me dixwest xetên avê li gund û mezrayên xwe deynin, lê wan ev yek jî asteng kirin."
MA / Ozlem Yacan