ŞIRNEX - Danişîna doza bersûc Oguzhan Yucesoy ku li Şirnexê destdirêjî li zaroka 15 salî kiribû hate lidarxistin. Di danişînê de daxwaza girtina Yucesoy hate redkirin.
Parêzvanê walî Oguzhan Yucesoy ji ber ku destdirêjî li zaroka 15 salî I.Ç. kiribû tê darizandin. Bersûc Yucesoy ji sûcên “Îstîsmara zayendî ya biwesf a li dijî zarokê”, “Kes ji azadiyê bêpar hiştiye” û “Gef li jinê xwariyê” tê darizandin. Danişîna duyemîn a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Li gel malbata I.Ç., her wiha Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek jin û parêzer tev li danişînê bûn.
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî bersûc Yucesoy parastina xwe kir û îdia kir ku ji hêla fîzîkî ve nêz nebûye. Yucesoy, îdia kir ku zarok bi wesayîta walîtiyê ji lojmanên TOKÎ’yê girtiye û demek kin piştre dîsa vegeriyaye. Di heman demê de îdia kir ku dayika zarokê bi pereyan gef li wî xwariye.
Serokê dadgehê jî pirsên weke “Peyamên mexdûrê hene lê peyamên te tune ne ev çawa dibe? Wisa xuya dike ku bi zanebûn hatine jêbirin. Ev peyam çima hatine jêbirin?” kir. Bersûcî nekarî bersiva serokê dadgehê bide. Dayika I.Ç.’yê Îpek Ç.’yê îdiaya bersûc derewand.
Parêzera bersûc Rahîme Yagmur jî mexdûr û şahid weke hedef nîşan da. Her wiha îdia kir ku gotinên mexdûrê rast nînin.
DAXWAZÊN PARÊZERÊN MALBATÊ
Parêzerê malbatê, Metîn Ozçinar xwest ku bersûc were girtin. Ozçinar, got ku îdiaya “dijminatiyê” rast nîne û wiha got: “Bersûcî bi jêbirina peyaman re hewl da delîlan tune bike. Bersûcî gelek caran gefa ‘heke tu bibêjî dê bi çekê xwe bikujim’ xwar. Em dixwazin ku di rûniştina din de li midûrê dibistanê û xwendekarên şahid were guhdarîkirin. Em dixwazin bersûc were girtin.”
Seroka Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Emîne Ozdemîr jî got: “Di îfadeyên zarokê de tu nakokî tune ne. Tu îftîra nehatine kirin. Bersûc, ji bo xwe xelas bike van îfadeyan dide. Ji ber ku bersûc endamê hêzên ewlekariyê ye, dê bandorê li şahid û mexdûr bike. Lewma em dixwazin were girtin.”
Parêzerên din jî heman daxwaz kirin.
DOZGER XWEST WERE GIRTIN
Dozger jî xwest ku li hevalên mexdûrê were guhdarîkirin û xwest bersûc were girtin. Parêzerên malbatê diyar kirin ku dê der heqê parêzerê bersûc de li Baroya Şirnexê gilî bikin.
Şandeya Dadgehê biryar da ku li xwendekar û mamosteyên şahid were guhdarîkirin, qeydên HTS û BTK’ê yên bersûc û mexdûr bên komkirin û şertê kontrola edlî ya der heqê bersûc de bidome. Danişîna dozê taloqî 28’ê Gulanê hate kirin.
LI PÊŞIYA EDLIYEYÊ DAXUYANÎ TÊ DAYIN
Jinan, li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî biryarê dan. Newroz Uysal Aslan diyar kir ku negirtina bersûcî berdewamiya polîtîkayên necezakirinê ye û got ku bersûc tê parastin.