ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê yên Botanê bi bîr xistin ku PKK'ê bi ragihandina agirbestê bersiv daye banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Agirbesteke yekalî nabe, divê her dualî agirbestê ragihînin."
Dayikên Aştiyê yên Botanê diyar kirin ku ew li pişta banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û bi bîr xistin ku PKK'ê piştî bangê agirbest îlan kiriye, lê ji bo bidawîbûna şer û çareseriyeke mayînde pêwîstî bi agirbesteke dualî heye.
Dayika Aştiyê Aynûr Elçîoglûyê diyar kir ku wan piştgirî daye banga Abdullah Ocalan. Dayika Aştiyê Aynûr Elçîoglûyê bi bîr xist ku PKK'ê piştî bangê agirbest îlan kiriye û bal kişand ser girîngiya agirbesta dualî ji bo pêşketina pêvajoyeke baş. Aynur Elçîoglûyê got: "Ez bawer dikim ku her kes aştiyê dixwaze. Em jî aştiyê dixwazin û piştgiriyê didin daxuyaniya birêz Abdullah Ocalan. Biryara agirbestê heye, lê em naxwazin ev agirbest yekalî be. Em dixwazin her dualî bigihin agirbestê û şer bi dawî bibe. Em naxwazin ku dayik bigirîn û li aliyê din bigirîn. Ez bang li wan dikim: Bi tu awayî reşbîn nebin û baweriya xwe bi birêz Abdullah Ocalan bînin. Aştî ne tiştekî hêsan e û şerê herî mezin aştî ye. Divê em di vî warî de destê xwe dirêj bikin û tifaqê ava bikin."
Dayika Aştiyê Şîrîn Demîrê jî got: "Divê tu kes vê pêvajoyê bi xeletî negire dest" û bal kişand ser alî û kesên ku pêvajoyê sabote dikin û got: "Em deyndarê wî ne. Ev bangawazî ji bo me kurdan gaveke pir hesas û girîng e. Ez hêvî dikim ku di demeke nêzîk de ji girtîgehê derkeve. Dê derî bên vekirin. Yên ku di rewşeke zehmet de ne û xwe li Îmraliyê bi cih dikin û daxwaza aştiyê dikin, behsa çareseriyê û tayînkirina qeyûman dikin. Em vê nêzîkatiyê rast nabînin."
'AGIRBEST YEKALÎ NABE'
Dayika Aştiyê Asya Tayê destnîşan kir ku aştî yekalî pêş nakeve û got ku divê dewlet jî gavên pêwîst bavêje. Asya Tayê got: "Em serî li ber banga birêz Abdullah Ocalan ditewînin. Em li pişt her gotina wî radiwestin û piştgiriyê didin. Em cîhanek ku aştî û aramî lê serdest be dixwazin. Em wekî Dayikên Aştiyê aştiyê dixwazin. Aştî yekalî û bi yek kesayetî pêk nayê. Pêwîst e em hemû bigihêjin aştî, aramî û bedewiyê. Di vê mijarê de pêwîstiya gelê kurd û tirk heye ku alîkariya hev bikin."
Ji Dayikên Aştiyê Rihan Oguşê jî got: "Em dixwazin aştî pêk were. Em xwînrijandinê naxwazin û vê jî tenê ji bo xwe naxwazin. Bila xwîna tu kesî neyê rijandin, aştî ji bo her kesî ye. Em gelekî kêfxweş in. Em dixwazin li 4 parçeyên Kurdistanê aştî, aramî û qencî pêk were. Qencî baş e."
Dayika Aştiyê Zumretta Çakirê jî got: "Divê aştî pêk were û şer bi lezgînî raweste. Em piştgiriyê didin aştiyê. Em naxwazin êdî tu dayik hêstiran bibarîne. Em jiyaneke wekhev dixwazin."