NAVENDA NÛÇEYAN - Di lêkolînkirina rewşa girtîmayînê ya Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger de biryara domandina rewşa girtî hate dayin.
Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger di 7’ê Sibatê de li Mêrdînê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Lêkolînkirina rewşa girtîmayinê ya Oznûr Degerê ji hêla 2’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Mêrdînê ve hate kirin. Parêzerên Oznûr Degerê Alî Kahraman û Erdal Kuzu tev li danişînê bûn.
Parêzer Alî Kahraman di danişînê de got ku parvekirinên li ser medyaya dijîtal ên bûne mijara sûc, naveroka nûçeyan e. Alî Kahraman, destnîşan kir ku ji aliyê qanûnî ve ne pêkan e ku di sala 2022'yan de pîşeya Oznur Degerê bibe sedema girtina sala 2025'an. Alî Kahraman, got: “Ew keseke ku li tevahiya Tirkiyeyê tê naskirin û şopandin e. Dema bê berdan karê ku ew ê bike rojnamegerî ye. Muwekîla min piştî girtina xwe xelat girt, ew kesa ku nûçeyan dişopîne.”
Parêzer Alî Karaman, piştre xwest ku Oznûr Deger serbest bê berdan.
Piştre jî dadgeriyê biryar da ku rewşa girtî ya Oznûr Degerê bidome.