ENQERE - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku armanca mutebeqeta wan ew e ku rê li ber qirkirina li herêmên beravê tê kirin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, têkildarî peymana di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El-Şera de hatiye mohrkirin, daxuyanî da. Îlham Ehmed, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya X’ê peyamek parve kir û got: “Peymana di navbera hêzên me yên HSD’ê û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de, di çarçoveya bûyerên biêş ên li herêmên beravê yên li dijî gelê me hatine kirin çêbû û armanca vê gavê jî pêşîlêgirtina van bûyeran e.”
DÊ HEMÛ PÊKHATE TEV LI PÊVAJOYÊ BIBIN
Bi domdarî Îlham Ehmed, wiha got: “Peymana di navbera hêzên me yên HSD’ê û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de, di çarçoveya bûyerên biêş ên li herêmên beravê yên li dijî gelê me hatine kirin çêbû û armanca vê gavê jî pêşîlêgirtina van bûyeran e. Armanca din jî ew e ku tevahiya operasyonên leşkerî yên li xaka Sûriyeyê bên sekinandin. Hêvî dikin ku ev peyman rê li ber aştiyeke neteweyî veke û zemîna veguherîneke rasteqîn ê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi adilane tev li pêvajoyê siyas dike. Di heman demê de em armanc dikin ku penaberên li hundirê welat û derveyî welat bi awayekî ewle vegerin û rewşeke mayinde çêbibe. Hêza Sûriyeyê, di pirrengiya wê û di ruhê têkoşer ê ciwan jin û zilaman de ye.”