STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bang li hemû derdoran kirin ku di 23’yê Adarê de tev li pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê bibin.
Newroza Stenbolê dê di 23’yê Adarê de bê pîrozkirin. Navnîşana Newroza dê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” were pîrozkirin jî Qada Yenîkapiyê ye. Starta pîrozbahiyan, îro bi aşkerakirina deklarasyonê hate dayin. Nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Partiya Jinûveavakirina Sosalîst (SYKP), Partîzan, Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), KOMUN, Hewldana 78'iyan, Berdevka Karkeran, Kaldiraç, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrrohilat (DGDF) û Sendîkaya Karkerên Avadanî, Înşaet û Rê yên Şoreşger (DEV YAPI ÎŞ) tev li daxuyaniya deklarasyonê bûn.
TJA: EM TIFAQA JINAN AVA BIKIN
Aktîvîsta TJA’yê Aygul Sîncar piştî xwendina deklarasyonê axivî û got ku ew ê bi coş û kelecana ji peyama Abdullah Ocalan ji jinan re şandî li qadan bin. Aygul Sîncar, bang li hemû jinan kir ku tev li Newrozê bibin û tifaqa jinan a berfireh bava bikin. Aygul Sîncar, got ku ew dixwazin bi Newrozê re pêşiya azadiyê, wekheviyê û siyaseta demokratîk vekin.
EMEP: BILA HÊSIR NEBARIN
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyîd Aslan jî anî ziman ku gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê êdî ji şer westiyane û pêdivî bi aştiyeke mayinde heye. Aslan, got ku ew naxwazin êdî li vî welatî dayik hêsiran bibarînin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar jî banga “Werin em li dora agirê Newrozê bicivin” li hemû derdoran kir.
TOP: TÊKOŞÎNA KURDAN HEVKÊŞEYAN DIGUHERÎNE
Nûnera TOP’ê Juliana Gozen jî destnîşan kir ku hêzên serdest Rojhilata Navîn jinûve dîzayn dikin û got têkoşîna gelê Kurd hevkêşeyên hêzên serdest xera dike.
SYKP: BILA NEWROZ BIBE WESÎLEYA AZADIYÊ
Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglû jî anî ziman ku weke kedkaran ew mecbûr in li dijî faşîzmê û xizaniyê bi hev re têbikoşin û xwe birêxistin bikin. Feray Mertoglû, got: “Peywira me ye ku em li dijî kedxwarî, zayendperestî û milîtarîzmê bi tililî û coşa têkoşîna xwe veguhêzin qadên Newrozê. Newroz, berxwedan û aştî ye. Bi banga Abdullah Ocalan re bila Newroz bibe wesîleya azadî û aştiyê.”
DAD: EM BERPIRSYARTIYA XWE BICIH BÎNIN
Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan jî bal kişand ser komkujiyên li ser Elewiyan ên li Sûriyeyê û ji bo peymana HSD û hikûmeta demkî got “Ji bo Elewiyan biqîmet e.” Kadriye Dogan, ji bo Newrozê jî ev bang kir: “Werin em bi hev re berpirsyartiya xwe ya ji bo avakirina aştiyê pêk bînin.”
ESP: EM TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ MEZIN BIKIN
Cîgira Hevseroka Giştî ya ESP’ê Sezîn Uçar jî anî ziman ku divê têkoşîna aştiyê were mezinkirin û banga daketina qadên Newrozê li her kesî kir.
PARTÎZAN: DIVÊ ÎKTÎDAR GAVAN BIAVÊJE
Ji Partîzanê Togay Okay jî bertek nîşanî komkujiyên ser Elewiyan da. Okay, diyar kir ku heke îktîdar bi rastî jî çareseriyê bixwaze, divê gavên qanûnî yên pêwîst biavêje. Okay, banga tevlibûna Newrozê li her kesî kir.
KOMUN: DIVÊ EM TÊKOŞÎNA KURDAN Û KARKERAN BIKIN YEK
Ji KOMUN’ê Selahattîn Set jî diyar kir ku îktîdar li rexekî qala çareseriyê dike li rexa din jî faşîzmê sazûman dike û got: “Ji bo bidawîkirina faşîzmê divê em têkoşîna Kurdan û karkeran bikin yek. Em bang li hemû gelan, karker û kedkaran dikin ku tev li Newrozê bibin.”
SODAP: AŞTÎ BERPIRSYARTIYA HEMÛ SOSYALÎSTAN E
Ji SODAP'ê Orhan Kok jî got ku aştî tê wateya mafên karker û kedkaran û got: “Aştî ne tenê li ser milê gelê Kurd e. Cîbicîkirina aştiyê, berpirsyartiya sosyalîstan e.”
Sekreterê Giştî yê DEV Yapı Îş’ê Nîhat Demîr jî got ku aştî ji bo hemû civakan girîng e û banga xwedîderketina li bangê li hemû karker û kedkaran kir.
EHP: BANGA ABDULLAH OCALAN GIRÎNG E
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hene lê ya herî girîng pirsgirêka Kurd û got: “Abdullah Ocalan têkildarî vê mijarê bangekî gelek girîng kir. Heke ev bang baş were nirxandin, dikare ber bi aştî, demokrasî û azadiyê ve bibe. Kawayê Hesinkar çawa ji bo hesinî agir geş kiribe, divê em jî ji bo aştî û demokrasiyê têkoşînê mezin bikin.”