Konferansa 'Rojhilata Navîn û Aştiyê’ hat lidarxistin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - 3’yemîn Konferansa Rojhilata Navîn û Aştiyê’ ku dê du roj bidome, destpê kir. Di konferansê de behsa rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di pêvajoyê de hat kirin û hat destnîşankirin ku ji bo aştiyê tenê bêdengbûna çekan têr nake.

3’yemîn Konferansa ‘Rojhilata Navîn û Aştiyê’ ku bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hatiye birêxistin kirin û dê du rojan dewam bike, li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê destpê kir. Di konferansê de gelek saziyên sivîl ên navneteweyî, partiyên siyasî û nûnerên sendîkayan amade bûn.
 
‘AŞTÎ TENÊ BI BÊDENGKIRINA ÇEKAN PÊK NAYÊ’
 
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz axaftina vekirinê kir û diyar kir ku DAÎŞ û komên mîna wê li Rojhilata Navîn jiyana jinan veguherandine dojehê û got ku li Sûriyeyê gelên bindest tên qetilkirin. Karagoz, anî ziman ku ew êrîşên ku xizmetê ji berjewendiyên hêzên emperyalîst re dikin şermezar dikin û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bikevin nava tevgerê
 
Karagoz, destnîşan kir ku aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan, di heman demê de bi têkoşîna hevpar a gelan dikare pêk were û bang li hemû gel û saziyan kir ku li dijî şer ji bo aştî û azadiyê seferber bibin.
 
Piştre Prof. Dr. Hayrî Kozanoglu behsa hevsengiya hêzên navneteweyî yên li tevahiya cîhanê kir û got, "Bandora Emerîkayê li cîhanê her ku diçe kêm dibe. Trûmp Ûkrayna tevlî hevdîtinan nake, Ewropayê tevlî pêvajoyê nake. Çîn bûye hêzeke mezin. Hîndîstan yek ji welatên herî bi lez mezin dibe ye. Brezîlya, Meksîka û Endonezya jî hewl didin bibin xwedî gotin.”
 
Doç. Dr. Elçîn Aktoprak jî got, “Di salên 1990’î de şer û qirkirin hebûn, lê lêgerîna aştiyê jî hebû. Lîberalîzma serketinê îlan kir, mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî derket pêş. Jin, LGBT+ û kêmnetewe derketin qada têkoşînê. Tevgera karkeran hat tepisandin. UNESCO di sala 1995’an de çanda aştiyê pênase kir û sala 2000’î weke sala çanda aştiyê hate ragihandin.
 
Îro êdî modelên demokrasiyê nayên nîqaşkirin. Piştî sala 2001’ê, DYE’yê vegeriya ser rêbaza 'pêşî ewlekarî, duyemîn aştî'. Piştî sala 2008’an berberî zêde bû, dewlet bi hêztir bûn û bi dîwaran sînor hatin avakirin. Hiqûqa navneteweyî û projeyên aştiyê kêm bûn. Her kes behsa aştiyê dike, lê ji bo wê pêngavek cidî navêje. Divê em aştiyek herêmî pêk bînin.”
 
‘ROLA ABDULLAH OCALAN GIRÎNG E’
 
Doç. Dr. Yucel Demîrer got, “Li Tirkiyeyê di şert û mercên wekhev de aştî nayê nîqaşkirin. Gotina stranên neteweyî yên Kurdî jî dikare bibe sedema tundiyê. Di televizyonan de li gorî berjewendiyên xwe behsa aşitiyê dikin. Civaka sîvîl di pêvajoya muzakereyê de xwedî bandor nîne, rayedar her tim diaxivin. Abdullah Ocalan her çiqas xwedî roleke girîng be jî di nava şert û mercên bi sînor de ye.”
 
‘YÊN QALA AŞTIYÊ KIRIN HATIN CEZAKIRIN’
 
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî wiha got, “Desthilatdarî bi salan e kesên aştiyê dixwazin ceza dike. Krîza cîhanî û desthilatdariya otorîter çareseriyê zehmet dike. Her firsendeke ji dest çû berdêlek giran bi xwe re anî. Ji bo civakbûna aştiyê divê em enerjiya xwe rast bi kar bînin. Ocalan got, ‘Em ê şer veguherînin zemînek polîtîk û hiqûqî." Ev ji bo Tirkiyeyê derfeteke girîng e.
 
‘DIVÊ OPERASYONÊN SIYASÎ Û LEŞKERÎ BÊN RAWESTANDIN’
 
Divê operasyonên leşkerî û siyasî bi dawî bibin. Divê muxalefeta sereke zelal bike ku ger were ser desthilatdariyê dê çi bike. Divê ji bo girtiyên nexweş rêzikên qanûnî bên çêkirin. Divê xebatên aştiyê ya li Sûriyeyê bên destekkirin. Ger ji Tifaqa Cumhur an jî AKP’ê re bê hiştin, dibe ku hilweşînek mîna ya piştî 2015’an çêbibe. Divê em realîst bin û ji bo tiştên nepêkan jî bikevin nava hewldanê.”

Sernavên din

10:02 Newroz li Geverê wê piştî 10 salan li cihê xwe yê berê bê pîrozkirin
10:02 Li Êlihê beriya Newrozê amadekariyên ji bo cilûbergên Kurdî
09:58 Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz bang li îktîdarê kir: Gav biavêjin
09:49 Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin
09:48 Piştî bangê zext giran bûn, girtiyan hişyariya provokasyonan kirin
09:22 Komeleyên herêmî ji bo Newrozê bang kirin: Bila firsenda dîrokî ji dest neçe
09:20 Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dê bibe xwedî statuyeke taybet
09:01 Hunermend ji bo Newrozê amade ne
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Dewleta tirk li Kobanê komkujî kir: Ji heman malbatê 9 kes qetil kir
16/03/2025
17:24 Klîba strana ‘Newroza Azadî’ hate weşandin
16:23 Îmamoglû: Divê pirsgirêka Kurd li ser zemîna Meclisê bê çareserkirin
16:14 Bîranîna Komkujiya Helebceyê: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
16:13 Akademîsyen Çîçek: Meseleya Kurd meseleya gel e
14:57 Bayindir: Ji bo aştiyeke birûmet divê deriyên girtîgehan bên vekirin
14:29 Bakirhan: Bi bangê re meşa me ya demokratîk dest pê kir
13:30 DEM Partî çû serdana DÎSK’ê
12:35 Li Helebceyê merasîma bîranînê dest pê kir
12:00 Di teqîna li Laziqiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:54 Li bakurê Makedonyayê herî kêm 50 kes di şewatê de mirin
11:50 Cemîl Bayik: Serkeftina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye
11:17 HSD: Êrişên ser herêmê zêde bûn
11:15 Peyama Îmraliyê xwend: Elewî di dilê vê pêvajoyê de ne
10:59 DBP: Divê Komkujiya Helebceyê wek sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:18 Daxwaza Newrozê: Em dixwazin Abdullah Ocalan di Newrozê de biaxive
10:14 Şahidên Newroza 1992’yan a Nisêbînê: Em deyndarên şehîdên xwe ne
10:12 Beşdarên civînên gel: Divê êdî dewlet gav biavêje
09:39 Rojnamegerên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:38 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:37 Ji DAD Û DÎK’ê banga Newrozê: Em bi hev re Newroza xwe pîroz bikin
09:24 Welatiyê Elewî yê li Sûriyeyê dijî: Em parastineke navneteweyî dixwazin
09:09 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
09:00 Newroz wê li zêdeyî 100 navendên Ewropayê bê pîrozkirin
09:00 ROJEVA 16’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Li Rihayê amadekariyên Newrozê
15/03/2025
16:43 Konferansa 'Rojhilata Navîn û Aştiyê’ hat lidarxistin
16:25 Tevî nexweşiya giran jî nayên berdan!
16:21 DEM Partiyê bi rojeva ‘bangawaziyê'serdana DÎSK’ê kir
15:21 Xizmên windayan: Divê dewlet lêborînê bixwaze
15:07 Li Qada Galatasarayê lı aqûbeta Erîştî hat pirsîn
14:54 Di pîrozbahiyên Newrozê de bang li desthilatê kirin: Gav bavêje
14:17 Li Serhedê agirê Newrozê hat vêxistin: Berpirsiyariya banga dîrokî li ser milê me hemûyan e
13:49 Li Sûriyê di 24 saetan de 33 kes hatin kuştin
13:00 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin
12:37 Sîrîn tê bombebarankirin
12:34 Li 10 navendan pîrozbahiya Newrozê
09:45 Bi Newrozê re kar û barê terziyan jî zêde bû
09:12 Alimê olî Enver Emîrkûlû: Divê dewlet erka xwe pêk bîne
09:09 Krîza aborî ya li Îranê bandor li danûstendina cejnê jî kir
09:07 Bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike: Ez ê îsal ji bo aştiyê pêbixim
09:07 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Neavêtina gavan fikaran zêde dike
09:02 ROJEVA 15'Ê ADARA 2025'AN
14/03/2025
16:38 SOHR: Li Sûriyeyê di 24 saetan de 110 kes hatin qetilkirin
15:16 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Partiya Saadetê
15:05 Ji bo Newrozên li Edene û Mêrsînê banga tevlibûnê hat kirin
14:17 TJA: Dayika Sakîne dê di têkoşîna me de bijî
14:06 MSD: Em danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî red dikin
13:55 Di doza Dayikên Aştiyê de biryara beraetê hat dayin
13:33 Li Curnê Reş agirê Newrozê hat hilkirin: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
13:20 HSD’ê bîlançoya êrişên dawî aşkera kir
13:10 ÎSÎG: Her sal 60-70 zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin
13:09 Serlêdana li dijî astengkirina berdana Mehmet Saît Yildirim hat redkirin
12:55 Zozanên Hozanê bi helîkopteran hate bombebarankirin
12:44 Newroza warê Mazlûm Dogan: Divê Ocalan azad bibe
12:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat bi girseyî hat oxirkirin
12:04 85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin
11:15 Ciwanê ji qeyûm re got ‘diz’ hate binçavkirin
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
09:48 Bi ser qedexeya Şirnexê re 9 sal derbas bûn: Hêj jî birîn nehatine dermankirin
09:47 Ji salên 90’î vir ve tevlî Newrozan dibe
09:38 Ji salên 90'î û vir ve pîrozbahiyên Newrozê
09:27 Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşma ‘Bijî Serok Apo’
09:27 Cemîl Bayik: Ji bo kongre bicive divê şert û merc ava bibin
09:01 Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Demîr: Pêşî divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 14’Ê ADARA 2025’AN
13/03/2025
17:11 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:26 Li Îzmîrê agirê Newrozê li Kadîfekaleyê hat vêxistin
16:12 Platforma DGD’ê: Ji bo çareseriyê em ê berpirsyartiyê li xwe bigirin
16:08 Di Newroza Xelfetiyê de tekane daxwazek hebû: Bila Ocalan azad bibe
16:02 Ji bo Newroza Cizîrê bang hate kirin
15:44 Tevî agirbestê jî di 2 rojan de 715 êriş hatin kirin
15:33 DEM Partî bi rojeva ‘bangê’ çû serdana ÎHD’ê
15:30 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya EMEP’ê re hevdîtin kir
15:15 Rapora girtîgehan: Binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk tên kirin
15:03 Bakirhan: Gelo hûn ê şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan kengî ava bikin?
14:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat dê sibe li Amedê bê definkirin
13:25 Sînorê birçîtiyê derket 22 hezaran û yê xizaniyê jî derket 79 hezaran
13:20 Wezareta Parastinê têkildarî ‘peymana Sûriyeyê’ daxuyanî da
13:19 SOHR: Di nava 24 saetan de 177 kes hatin qetilkirin
12:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:57 Newroza Xelfetiyê: Ev agir heta Kurd azad dibin dê her geş be
11:49 Dayika Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da
10:55 Efrînî amadekariya vegera Çiyayê Kurd dikin
10:49 Kuçukbalaban: Divê bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bidin banga dîrokî
10:09 Kesê weke ‘bijîşkê salê’ hatibû hilbijartin ji ‘sextekariyê’ hate girtin
09:41 Serokê ABF'ê Aslan: Li Sûriyeyê elewî tên qirkirin
09:40 Piştî qeyûm hate tayînkirin pere hate şandin
09:30 Li Botanê civînên gel: Di nav gel de biryardarî û hêviyeke mezin heye
09:19 Yamanê ku li Romayê 3 mehan bi Ocalan re ma: Rêbertî digoti 'dovê em xwe nû bikin'
09:06 Bav Acar ê ku du keçên wî jiyana xwe ji dest dane: Min êşa du zarokan kişand, bila kesên din nekişînin