ÊLIH - Li Êlihê beriya Newrozê daxwaza ji bo cil û bergên Kurdî zêde bû û dirûnkar hewl didin vê daxwazê pêşwazî bikin.
Li Êlihê Newroz dê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” were pîrozkirin. Pîrozbahî dê li Qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê were lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Mekiye Ormanci dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Her wiha dê hunermend Mehmet Atli û Aryen Kom derkevin ser dikê. Pîrozbahiyên Newrozê yên li taxan jî bi tevlibûna hezaran kesan didomin. Welatiyên ku her sal bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî pîrozbahiyan dibin, ji niha ve amadekariyên cil û bergan dikin.
Zîlan Kaya ku li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) dixebite, diyar kir ku amadekariyên Newrozê yên li bajar bi roja ye dest pê kirine. Zîlan Kaya, diyar kir ku ji 7 salî heta 70’ê salî eleqeyeke zêde ya gel ji bo cilûbergên Kurdî heye û got: “Bi taybet jî eleqeyeke zêde ya jinên ciwan heye. Gelê Kurd Newrozê bi cilûbergên Kurdî pêşwazî dike. Heta niha her tim ji bo van cilûbergan astengî derxistin. Welatî hatin girtin. Lê dîsa jî gelê me dev ji vê çanda xwe berneda û bi cilûbergên xwe yên Kurdî tev li Cejna Newrozê bûn.”
Bi domdarî Zîlan Kaya ev tişt anî ziman: “Çêkirina cilûbergên Kurdî zehmet e. Ez diçim Başûr û qumaşan ji wir dikirim. Li Silopiyayê hevalek me ya jin a ciwan heye û ew cilan amade dike. Li vir jî em didin gel. Em hewl didin pê re bigejînin. Ji yek salî heta 70 salî ji bo her kesî sîparîş hene. Daxwazeke zêde ya ciwanan heye. Em hewl didin ve çandê bidin jiyîn. Bang li her kesî dikin ku di 20’ê Adarê de bi cilûbergên xwe yên Kurdî li qada Newrozê bin.”