NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakî û pîrozbahiyên li Kantona Firatê ji ber komkujiya li gundê Berxbotanê ya Kobanê hatin betalkirin.
Dewleta tirk şevê din saet di 00.40’ê de bi Balafira Bêmirov û Biçek (SÎHA) êrişî malbateke li gundê Berxbotan ê Kobanê kir. Her wiha bi çekên giran jî gund topbaran kir. Di encama êrişê de dayik, bav û 7 zarok hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Komîteya Çalakiyan a Kantona Firatê ji bo şîna kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin, piraniya pîrozbahiyên Newrozê û çalakiyên bi wesîleya salvegera dagirkirina Efrînê betal kir.
Li gorî plansaziyê, bi boneya Newrozê diviyabû îro saet 10.00’an de pîrozahiya Newrozê li Çelebiyê û di 19’ê Adarê de jî li bajarên Sirîn, Qenaya û Şêranê pîrozbahiyên Newrozê bihatana lidarxistin. Her wiha hatibû plankirin ku şêniyên Kantona Firatê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê (2018) çalakiyeke protestoyî li dar bixin. Ji ber şîna komkujiyê, ev pîrozbahî û çalakî hatin beltalkirin. Li hêla din dê çalakiyên şermezarkirina komkujiyê werin lidarxistin.
Di 19’ê Adarê de li Eyn Îsayê û di 21’ê Adarê de li Kobanê dê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin.