ENQERE - Hevdîtina DEM Partiyê ya bi AKP'ê re di çarçoveya hevdîtinên ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de destpê kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi hevdîtinên partiyên siyasî kir, hevdîtina bi AKP'ê re destpê kir. Hevserokên Giştî Tulay Hatimoğulları û Tuncer Bakirhan ku di nava şandeya DEM Partiyê de cih digirtin û Cîgirê Serokê Meclîsê Sirrı Sureyya Onder û Cîgira Serokê Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî di nav de bûn çûn avahiya AKP’ê.
Şandeya DEM Partiyê li ber derî ji aliyê Wekîlê Serokê Koma AKP'ê Abdullah Gulerî, Cîgira Serokê Koma AKP’ê Ozlem Zengîn, Alîkarê Serokê Giştî Efkan Ala û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî silaveke kurt heyet derbasî hundir bû.
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.