SÊRT - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Newroza Sêrtê de banga “Jidil bin” li îktîdarê kir û got ku divê li hemberî banga Abdullah Ocalan gav bên avêtin.
Li Sêrtê bi tevlibûna hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Newroz, li Taxa Aştiyê hat lidarxistin. Welatiyên ku bi cil û bergên Kurdî tev li bûn, flamayên kesk, sor û zer hilgirtin. Welatiyan, heta demekî dirêj li qadê govend gerandin. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Siyasetmedar û hilbijartiyan girse silav kirin.
Ji Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Eşref Tekîn di pîrozbahiyê de got: “Ev Newroz, bila bibe wesîleya azadî, aştî û yekitiyê. Em li qada Sêrtê banga birêz Ocalan a aştiyê silav dikin. Ji bo ku ev bang bi ser keve tişta dikeve ser milê me em ê bicih bînin.”
Piştre jî hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) derketin ser dikê. Di pîrozbahiyê de dîmenên rengîn derketin holê. Wekîla DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş jî got: “Newroz ji bo me doz e, hebûn e, hatine biharê, berxwedan û serhildan e. Em, ‘Banga aştî û civaka demokratîk’ silav dikin.”
BAKIRHAN: DI BANGÊ DE AŞTIYEKE BIRÛMET HEYE
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku Newroza îsal li serdemeke dîrokî hevrast hatiye û got: “Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan mohra xwe li Newroza 2025’an da. Min silava birêz Ocalan ji we re aniye. Em jî Newroza birêz Ocalan pîroz dikin û silav û rêzên xwe dişînin.” Di vê navberê de girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
Bakirhan, wiha domand: “Em tu caran ewqasî nêzî aştî û azadiyê nebûbûn. Birêz Ocalan, ji bo polîtîkayên înkar û redkirinê bi dawî bibin û gelê Kurd bi ziman û çanda xwe bijî ev bang kir. Ji bo ku Elewî bibin hemwelatiyên wekhev û hêviya ciwanan geş bibe, ji bo êdî cenazeyên ciwanên Sêrtî, Samsunî, Trabzonî neyên ev bang kir. Got; ‘Bila Kurd û Tirk li ser zemîneke wekhev û bi xwişk-biratî û demokratîk bijîn.’ Gelo hûn jî li gel vê bangê ne? Birêz Ocalan tenê bang li Kurdan nekir. Her wiha bang li kedkar û karkerên Tirkiyeyê kir.
Heke em pêdiviyên vê bangê bicih bînin û berpirsyartiyên xwe pêk bînin, em ê bi hev re deriyê Tirkiyeyeke bêşer û bêkedxwarî vekin. Hinek kesên xwenezan dibêjin ‘Kurd têk çûn lewma ev bang hate kirin.’ Berevajî vê, di banga birêz Ocalan de têkçûyî yan jî serkeftî tune ne. Birêz Ocalan dibêje ‘Serkeftiyên her şerekî tune ne lê dê aştî bi 85 milyon welatiyan bide qezenckirin û pêşiya kuştina ciwanan bigire.’ Lewma ev banga aştiyeke birûmet û jiyaneke wekhevîparêz e. Pisûleya me birêz Ocalan e, rêgeha me ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ e. Heta ku rêgeha me diyar be û pisûleya me saxlem be, em ê rojên tarî ronî bikin û bi ser kevin.
BANG LI ÎKTÎDARÊ KIR
Banga min ji bo partiya îktîdarê ye; heke hûn jidil bin, gelo hûn qebûl dikin ku pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê were avakirin û pêdiviyên bangê bicih bînin? Heke hûn jî li gel vê bin, wê demê qeyûmê we tayînî Sêrtê kiriye paşve bikişînin. Da ku em bawer bikin hûn jidil in. Rêzê ji bo îradeya gelê Sêrtê bigirin.
Birêz Erdogan digot ‘mekanîka derbeyê.’ Rast dibêje. Birêz Erdogan heke mekanîka derbeyê hebe, jehrkuja vê demokrasî, azadî, bidawîkirina polîtîkaya tayînkirina qeyûm e û avakirina zemîneke demokratîk e ku Kurd, Ereb, Elewî û baweriyên cuda bikarin li ser bijîn. Heta ku hûn qeyûman tayîn bikin, hûn ji vê mekanîkê re xizmetê dikin. Hêvîdarin ku kesên heta niha digotin ‘Kurd tune ne’ û ‘Em îradeya Kurdan nas nakin’ biguherin û veguherin. Em jî ji bo banga birêz Ocalan jiyanî bibe dê 24 saetan kolan bi kolan bixebitin.”
Piştre jî agirê Newrozê hate hilkirin. Pîrozbahî, bi gerandina govendê domiya.