Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome

  • ciwan
  • 13:29 28 Adar 2025
  • |
img
STENBOL - Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê ku li dijî girtina Ekrem Îmamoglû çalakiyên protestoyî dabûn destpêkirin, anîn ziman ku heta bêhiqûqtî ji holê radibe dê boykota xwe bidomînin. 
 
Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, li gelek bajaran çalakî hatin destpêkirin. CHP’ê ragihand ku dê çalakiyan bi rêbazên cuda bidomîne û xwendekar jî tev li çalakiyan bûn. Li gelek zanîngehan xwendekaran biryara boykotkirina dersan kirin. Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê ku di çalakiya boykotê de cih digirin, anîn ziman ku li dijî xespkirina mafê bijartin û hilbijartinê ew ê çalakiya boykotkirina dersan bidomînin. 
 
LI DIJÎ BÊHIQÛQTIYÊ BOYKOT
 
Xwendekarê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, wiha got: “Di vê serdemê de biryarên nehiqûqî tên dayin. Em xemgînin lewma di boykotê de ne. Tu hukmê biryara girtina Îmamoglû nîne. Îdiaya nelirêtiyê heye, têkildarî raporên Dîwana Çavdêriya Darayî hezar û 200 doz hatine vekirin. Dîwana Çavdêriya Darayî hezar û 200 caran kontrol kiriye lê biryareke teqez a dadgehê tune ye. Şahidekî nepen derketiye holê û dike ku biryareke wiha were dayin. Bi temamî biryareke nehiqûqî û siyasî ye. Ne tenê xwendekar, divê sazî, kal, ciwan û her kes dakevin qadan. Banga min ew e ku her kes êdî li dijî vê bêhiqûqtiyê biryarên aqilane bidin û dakevin qadan. Îşala demokrasî dê were.” 
 
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ
 
Xwendekarekî din jî ev tişt anî ziman: “Divê zanîngeh ji hêla rektorên hatine tayînkirin ve neyên birêvebirin. Ciwanên zanîngehê tên wateya kesên rêya welat diyar dikin. Me ji ewil li zanîngehan ders boykot kirin û niha jî dixwazin li tevahiya welat karker dev ji kar berdin, welatî markayan heta aboriyê boykot bikin û bi vê yekê rê li ber bêhiqûqtî û keyfiyetê bigirin. Armanca vê derê ev e. Divê xwendekar li dijî vê neheqiyê bibin yek û nehêlin weke tiştekî asayî be bidin hîskirin. Heke li kêleka me dengek derkeve, divê em bêyî tirs deng derxînin. Heke tiştek bi serê kesekî bibe, ew kes ji bo me li hundir e. Divê em bêyî tirs têbikoşin. Tu aliyekî xelet a tiştên em dikin nîne. Mafê me heye ku em li vir kom bibin. Divê tu kes netirse û tev li bibe.” 
 
'DEV JI XESPKIRINA MAFAN BERDIN’
 
Xwendekarekî din jî got ku dê çalakiyên wan ên li dijî xespkirina îradeyê berdewam bikin û got: “Bila binçavkirî bên berdan, bêhiqûqî bên bidawîkirin, emniyet dev ji êrişên xwe yên tund berde û hemû polîtîkayên qeyûman bên betalkirin. Bila şaredarên hilbijartî dîsa li karê xwe vegerin. Em ne rektorên tayînkirî, yên hilbijartî dixwazin. Bila dev ji hemû sepanên dijdemokratîk ên mafê bijartin û hilbijartinê xesp dikin berdin.” 
 

Sernavên din

12:32 DEM Partî û MHP’ê cejna hev pîroz kirin: Em dikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
11:45 PÎK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî
11:33 Hamaney ji DYA’yê re got: Em ê bersivê bidin
11:08 Ji Bahçelî daxuyaniyeke nû
09:12 Newroza 2025’an: Peyam zelal bû; demokratîkbûn
09:08 Bi telîmata ser telefonê bi ser malan de hatiye girtin
09:06 Bihayê amûrên medîkal ên ji bo astengdaran zêde dibin
09:06 Herî kêm 42 rojnameger cejn li girtîgehê pêşwazî kirin
09:04 Onver qetil kirin û ser re jî ji malbata wî pereyan dixwazin
09:03 Bi ser banga dîrokî re mehek derbas bû: Divê li Meclisê komîsyona çareseriyê bê avakirin
09:01 Parastvanên mafên mirovan: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2025'AN
30/03/2025
16:12 Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn
15:59 Malbatên YBŞ’iyan ji 14 welatan re name şandin
15:47 Mehmet Latîfecî hat bibîranîn: Di têkoşîna gelen de dijî
13:02 Gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê hatin ziyaretkirin
12:59 Tevî agirbestê jî êriş berdewam in
12:49 Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin
11:44 Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye
11:30 Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî
11:02 CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin
11:00 Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta ‘Sosyalîzm û Jin’ derket
10:58 Sabrî Ok: Dewletê gavên pêwîst neavêt
10:32 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:14 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Heta şalter neyê xwarê rewş naguhere
09:50 Ciwan: Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin
09:49 Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê: Dê boykot bidome
09:24 Yilmaz ê DBP’î: Divê rejîma taybet a li Îmraliyê biguhere
09:10 Mehmet Ocalan ji bo 4’ê Nîsanê bang kir
09:00 Bavê 2 HPG’iyên cenazeyê wan nehatine dayin: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARA 2025’AN
29/03/2025
17:52 Polîsên ku îşkence kirin, li parêzer ku îşkenceyê bi belge kir jî xistin!
17:35 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:54 Li Helebê li dijî qirkirina elewiyan meşiyan
16:48 Amedspor, bi 3 puanan ji deplasmanê vegeriya
16:21 Bi sed hezaran kes herikîn Maltepeyê
16:17 Xwestin girtiyên nexweş Ok û Oztel bên berdan
15:26 Ji TJA'yê banga ji bo 4'ê Nîsanê
15:22 Piştî 32 salan hat berdan
14:40 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Karagoz pirsîn
14:21 Hem aqûbeta wan hem jî kiryarên wan ne diyar e
13:28 Ji Hevserokên Giştî peyama cejnê
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan