ESKÎŞEHÎR - Parêzer Mert Yedek ku pêvajoya binçavkirinê ya kesên li Eskîşehîrê ji ber “protestoyên Îmamoglû” hatine binçavkirin dişopîne, got: “Biryara binçavkirinê tune bû. Dema em bi dozgeriya nobedar re axivîn, ji me re got ku hêj biryar derneketiye û bi telîmata ser telefonê binçavkirin çêbûne.”
Çalakiyên protestoyî yên li dijî operasyona li dijî Bajarê Mezin a Stenbolê û girtin û binçavkirina şaredaran hatine destpêkirin, didomin. Ji ber çalakiyan heta niha tenê li Eskîşehîrê 50 kes hatine binçavkirin. 50 kesên biribûn midûriyeta emniyetê, piştre hatin berdan.
Parêzer Mert Yedek ku bi dilxwazî parêzertiya binçavkiriyan dike, têkildarî bêhiqûqiyên tên kirin axivî.
RAPOR HEYE FAÎL NEDIYAR E!
Yedek, da zanîn ku Baroya Eskîşehîrê ew peywirdar kirine û pêvajoyê dişopînin. Yedek, wiha domand: “Gelek xwendekarên di dema binçavkirinê de dest û diranên wan hatine şikandin, yên bi copan êriş lê hatiye kirin hene. Me ji bo tevan jî rapora derbkirinê wergirt. Lê pirsgirêka herî mezin a di van deman de, ji ber ku kesên tundî kirin tam diyar nînin, ev rapor tenê weke ewraqekê dimînin. Mimaleya xerab ne tenê di dema binçavkirinê de, di dema lêpirsîna li emniyetê de jî berdewam dike ji ber ku 3-4 rojan binçavkirî dimînin.”
BIRYARA BINÇAVKIRINÊ TUNE YE
Yedek, diyar kir ku di dema serdegirtinên malan de biryara binçavkirinê nehatiye nîşandan û wiha domand: “Kesek li mala min hate binçavkirin û me biryara binçavkirinê daxwaz kir. Em bi dozgeriya nobedar re axivî lê ji me re got ku biryar hêj nehatiye dayin û telîmat li ser telefonê hatiye dayin. Bêhiqûqtî hêj di gava ewil de dest pê kiriye.”
DÊ RAPOR BÊ AMADEKIRIN
Bi domdarî Yedek anî ziman ku kesên hatine berdan jî bi şertê ku hefteyê carekê îmzeyê biavêjin û bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hatine berdan. Yedek, axaftina xwe wiha qedand: “Ev, binpêkirina maf e. Ji hevalên hatine binçavkirin re dibêjin ‘Karê we hêsan nîne, bila zû xelas bibe û daxwaza parêzer nekin. Ev kes dê li ser we pereyan qezenc bikin.’ Bi van gotinan dixapînin. Ji ber ku zarokên 18-20 salî ne û di mijara alîkariya hiqûqî de nezan in. Yên me pê re hevdîtin kirî, ji me re gotin ku wan ewraqên ku parêzer naxwazin îmze kirine. Baro dê piştî cejnê têkildarî parêzer û welatiyên rastî tundiyê hatin raporekê parve bike. Piştî vê raporê dê binpêkirinên mafan bên parvekirin. Em ê der heqê kesên ev tundî kirin de jî gilî bikin û li raporê zêde bikin.”
MA / Enes Beyaz