NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ajansa Geşepêdanê ya Navneteweyî ya Emerîkayê (USAID) fesix kir.
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) fesixkirina Ajansa Geşepêdana Navneteweyî ya Amerîkayê (USAID) ragihand. Hilweşandina USAID’ê di çarçoveya kêmkirina alîkariyên ji bo derve de pêk hat û ji aliyê gelek welatan û rêxistinên mirovî ve nerazîbûn li hember vê biryarê hat nîşandan.
Wezîrê Darên Derve yê DYA’yê Marco Rubio bi daxuyaniyekê piştrast kir ku Wezareta Karên Derve û USAID’ê îro kongreyê agahdar kiriye ku erkên ajansê heya 1’ê Tîrmeha 2025’an veguhêze wezaretê û erkên ajansên din ên ne li gorî armancên pêşîn ên rêveberiyê betal bikin. Rubio anî ziman ku USAID ji mêj ve ji peywira xwe ya bingehîn dûr ketiye û got: “Divê bernameyên me yên alîkariya ji bo derve ji nû ve were arastekirin da ku rasterast li gorî armancên baştirîn ên DYA û welatiyên wê be.”
Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Rubio got: “Em bernameyên bingehîn didomînin. Em îstîsmarên stratejîk ên ku hevkariyên me û welatê me bi hêz dikin, didomînin.”
Serokê DYA’yê Donald Trump piştî vegeriya Qesra Spî (20’ê Çileyê) qanûnek îmze kiribû ku li gorî wê alîkariyên DYA’ê yên ji bo derve 90 rojan bicemidîne û beşeke mezin a karmendên ajansan xistibûn betlaneya îdarî.
Ji ber vê biryarê desteka ji bo gelek rêxistin, komele û saziyên ragihandinê yên li Sûriyeyê û welatên ku penaberên sûriyeyî dihewîne, sekinî.