NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de hejmara kesên hatine qetilkirin derket 50 hezar û 357 kesan. Her wiha 114 hezar kes jî birîndar bûn.
Îsraîlê peymana agirbestê ya bi Hamasê re betal kir û di 18’ê Adarê de li dijî Xezeyê êrişên berfireh da destpêkirin. Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê berdewam in. Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê têkildarî rewşa dawî agahî parve kir. Wezaretê, ragihand ku ji 18’ê Adarê heta niha hezar û yek Filistînî di êrişên Îsraîlê de hatine qetilkirin û 2 hezar û 359 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku di 48 saetên dawî de 80 kes di êrişan de hatin qetilkirin û 305 kes jî birîndar bûn.
Hat gotin ku di roja ewil a Cejna Remezanê de 53 Filistîniyan di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan û 189 kes jî birîndar bûn.
Wezaretê, ragihand ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine qetilkirin derket 50 hezar û 357 kesan û hejmara birîndaran jî derket 114 hezar û 400 kesan.
Tê gotin ku bi hezaran kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di bin kavilan de ne.