STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan li dijî polîtîkayên zextê yên îktîdarê banga greva giştî kir û got: “Heta şalter neyê xwarê, heta ku çerxa sermayeyê neyê xerakirin dê rewş neguhere.”
Bertekên li dijî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê didomin. Li seranserî welat ciwan daketin qadan û zanîngehan dest bi çalakiya boykotê kirin. Gelek sendîka û partiyên siyasî jî banga greva giştî kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan têkildarî nîqaşên ser greva giştî axivî.
‘HEWL DIDIN REJÎMEKE FAŞÎST AVA BIKIN’
Aslan, diyar kir ku hewldan heye ku li Tirkiyeyê rejîmeke faşîst were avakirin û got: “Daketina qadan a sed hezaran kesan ne tenê ji ber girtina Îmamoglû ye. Îmamoglû tenê bû hincetek. Demekî dirêj e li ser muxalefetê zex hene. Girtina Îmamoglû jî bû noqteya dawî. Her kes ji bo daxwazên xwe tev li têkoşînê dibe. Li kolanan banga mafên xwe yên demokratîk dikin. Lê ev îktîdar peyamê fêm nake. Paşvegavê naavêje û bi tundtir êriş dike.”
'DIVÊ GREVA GIŞTÎ BÊ BIRÊXISTINKIRIN’
Aslan, wiha domand: “Weke partî em li dijî zextên îktîdarê li gel greva giştî ne. Em dikarin bibêjin ku mercên vê grevê ava bûne. Divê amadekariyên greva giştî bên kirin. Ji bo vê berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê sendîka, rêxistinên pîşeyî. Helwesta TURK-ÎŞ û HAK-ÎŞ’ê nayê qebûlkirin. Divê hemû sendîka, rêxistinên pîşeyî û kedê di eniyekê de kom bibin û greva giştî birêxistin bikin.” Mînakên greva giştî yên Tirkiye û cîhanê hene. Par li Fransayê çêbû. Di sala 1994'an û 199’an de li Tirkiyeyê hatin lidarxistin. Bandoreke mezin li ser îktîdarên wê demê kir. Lewma divê li dijî derhiqûqtiyên niha divê dîsa mirov greva giştî birêxistin bike.”
'DIVÊ EM JIYANÊ BIDIN SEKINANDIN’
Aslan, anî ziman ku weke partî ew ê greva giştî di rojeva xwe de bihêlin û wiha bi dawî kir: “Li gorî me beriya 1’ê Gulanê mercên berdana kar û sekinandina jiyanê ava bûne. Di vê çarçoveyê de partiya me dê dirûşma ‘berxwedana greva giştî’ her tim di rojeva xwe de bihêle. Dê banga vê bike. Heta jiyan nesekine, heta şalter neyê xwarê û çerxa sermayeyê neyê sekinandin dê ev pêvajo neguhere.”