RIHA - Abdulhafiz Çîftçî yê 84 salî ku di meşa ciwanan a ji Amedê ber bi Amarayê de li herî pêş bû, wiha got: “Canê min ji bo rêberê min feda be. Heke ew nebûya ez îro li vir nedibûm. Jiyaneke bêyî Rêbertiyê nabe.”
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya sala 76’an a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 1’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi gundê Amarayê yê Xelfetî yê Rihayê ve meş da destpêkirin. Meş, 4 rojan domiya û li pey meşê biryardariya ciwanan a têkoşînê ma. Abdulhafiz Çîftçî (Mamo) ê 84 salî ku di gelek çalakiyan der li herî pêş cih digire jî tev li meşê bû. Çîftçî ku bi keyfxweşî û enerjiya xwe rengîniyeke mezin da meşê, her tim li herî pêş dimeşiya.
BERXWEDAN LI KU BE ‘MAMO’ LI WIR E
Çîftçî, herî dawî di 30’ê Hezîranê de bi fulara xwe ya sor beşdarî “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” bûbû ku li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin. Çîftçî, beriya niha jî tev li gelek meşan bûbû û li her pêş cih girtibû.
Çîftçî, ji gundê Bayê yê Colemêrgê ye û piraniya emrê xwe bi şivantiyê derbas kiriye. Dema li gund, rastî zextên dewletê hat û neçar ma ku gundê xwe biterikîne û koçî navenda Colemêrgê kir. Zêdetirî salekê di Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê de ma û heta niha 11 caran hatiye binçavkirin. Tevî hemû zextan jî Çîftçî îsal cara 5’an hate Amarayê.
BÊYÎ GOVEND NABE
Çîftçî ku bi fulara xwe ya sor a bûye sembol û bi cilên Kurdî tev li meşê bû, 2 saet beriya daxuyanî û dayina startê dest bi gerandina govendê kir. Stranên herêma Botanê got û ciwanan jî li ber stranên wî govend gerand. Çîftçî, bû yek rêwiyên ewil ên ji Qada Şêx Seîd ber bi Amarayê ve. Çîftçî ku ji Amedê derbasî Sêweregê û ji wir jî derbasî Curnê Reş, Pirsûs û Xelfetiyê bû, li her cihê bêhn lê hatiye vedan bû sergovend. Tevî hemû zehmetiyan, mîna sergovendiyê di meşê de jî herî pêş cih girt. Çîftçî, bi enerjiya xwe hêzeke mezin da ciwanan.
'CANÊ MIN FEDA BE’
Çîftçî ku xwe gihand Xelfetiyê, got: “Em her gav ji bo Rêberê xwe amade ne. Bi roja ye li gel ciwanan dimeşim. Em ê li vê derê bi coşeke mezin rojbûna Rêberê xwe pîroz bikin. Di sala 2015'ê de jî em ji Cizîrê bi rê ketin û tev li pîrozbahiya 4’ê Nîsanê bûbûm. Canê min bo Rêberê min feda be. Heke ew nebûya ez îro nedibûm. Jiyaneke bêyî Rêbertiyê nabe. Bi saya Rêberê me zimanê aştiyê pêş ket. Çareseriya her tiştekî heye. Em jî li benda wî ne. Hêvîdarim em bi ser kevin. Sedema hatina me ya vê derê, lêgerîna me ye. Me nexweşî jî dîtin, êriş jî dîtin. Lê di dawiya dawî de em baş bûn.”
Çîftçî, anî ziman ku di 4 rojên meşê de rastî kelecanan ciwanan û “hişyarbûna” gel hatiye û axaftina xwe wiha qedand: “Ev yek, dilsoziya me ya bi rêya me ve nîşan dide. Ez ê di her berxwedanê de vê fulara sor bihejînim. Cara pêncemîne têm vê derê. Her carê ev fulara sor di destê min de bû. Em hatin Xelfetiyê. Em vê meşê ji bo berdana Rêbertiyê dikin. Ez bi Rêberê xwe re ne. Wêneyekî wî bi min re heye û wî wêneyî vedişêrim.”
MA / Ceylan Şahînlî - Fethî Balaban