NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekara bi navê Hestî Emîrî, bi hinceta ku piştevanî daye Pexşan Ezîzî hate girtin.
Rêxistina Mafên Mirov a Îranê HRNA’yê têkildarî binçavkirina xwendekara zanîngehê Hestî Emîrî nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku xwendekara Zanîngeha Elame Tebatebayî ya Tehranê Hestî Emîrî di roja 26’ê Nîsanê de hatiye binçavkirin.
Hat gotin ku ji ewil Şaxa 1 a Dozgeriya Giştî ya Girtîgeha Evînê bangî Hestî Emîrî kiriye û piştre hatiye binçavkirin û şandine Girtîgeha Evînê.
Di nûçeyê de hat gotin ku Hestî Emîrî bi îdiaya “Propaganda li dijî dewletê, derketina ser cadeyan bêyî ku xwe bipêçe” hatiye girtin. Her wiha hat gotin ku bi sedema li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî derketiye û piştgirî daye kampanya “Na ji Sêşemên Darvekirinê re” hatiye binçavkirin.
Beriya niha roja 6’ê Adara 2025’an hêzên Îtlaeta Îranê bi ser mala Hestî Emîrî de girtibûn, li mala wê lêgerîn kiribûn û dest danîbûn ser telefon û kelûpelên wê yên taybet.
Di Tebaxa 2023’yan de jî Hestî Emîrî bi tometa “propagandaya li dijî dewletê” salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Di 5’ê Tebaxa 2024’an de ji girtîgehê hatibû berdan.