Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî

  • rojane
  • 16:07 17 Gulan 2025
  • |
Rojane.manşet
STENBOL / ENQERE - Di çalakiyên ku li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de hat xwestin ku girtiyên nexweş Kazim Avcı û Taylan Balatacı serbest bên berdan. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di hefteya 686'emîn a çalakiyên "Çalakiya Rûniştinê ya F" de li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweşê giran Taylan Balatacı yê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin û daxwaza berdana wî hat kirin. Di daxuyaniyê de pankratên "Dermankirin mafe, nabe bê astengkirin" û "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hatin hilgirtin û sloganên wekî "Taylan Balatacı bila serbest bê berdan", "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hatin berzkirin.
Hasta tutsaklar Avcı ve Balatacı için çağrı
 
NEXWEŞIYÊN BALATACI
 
Di daxuyaniya çapemeniyê de parêzvanê mafên mirovan Nîmet Tanrikûlû diyar kir ku Taylan Balataci yê 48 salî 26 sal in di girtîgehê de ye û nexweşiyên xwe wiha rêz kir: "Sendroma Wernicke-Korsakoff, Kêmbûna bîrê ya demkurtî, astim, vertîgo, hîdrocele, sendroma noronemîk, glosît, her wiha nexweşiyên kronîk ên mede, kaşeksî, atrofiya global ku wekî kêmkirin an jî windakirina fonksiyona beşeke mezin a hucreyên bedenê tên pênasekirin,   êşa pişt û stûyê û windabûna heskirinê di her du lingan de ji ber zirara masûlkeyên lingan, zehmetiya meş û tevgerê û bi alîkariya hevalên xwe dikare jiyana xwe bidomîne.
 
Nîmet Tanrikûlû da zanîn ku Balataci dema 22 salî bû çûye girtîgehê û anî ziman ku ji ber şert û mercên neyînî yên girtîgehê zû bi gelek nexweşiyan ketiye û wiha got: "Gelek nexweşiyên wî yên giran hene û her yek bi tena serê xwe tedawiya giran û desteka tibî dixwaze. Lê belê ji ber kêmasiyên mîna hewayê, xwegihandina nexweşxaneyê, kontrolên bi rêk û pêk, lêkolînên berfireh û agahîdayînê, pêvajoya tedawiyê di şert û mercên girtîgehê de bi rêk û pêk naxebite û ji ber vê yekê divê bê berdan û tedawiya xwe li derve bidomîne."
 
Tanrikulu xwest Balataci û girtiyên nexweş serbest bên berdan.
 
ENQERE 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyên nexweş bên berdan di hefteyê 558an de li cadeya Sakaryayê ya li navçeya Çankayayê ya Enqerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” dinivisî hat hilgirtin. Endam û nûnerên rêxistinên demokratîk jî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê, endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqerê Sevîl Turgut ve hat xwendin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kazim Avci yê 70 salî ku ji sedî 78 astengdar e.
 
Sevil Turgut diyar kir ku di girtîgehan de 161 girtiyên jin ên nexweş, hezar û 251 jî girtiyên zilam ên nexweş û bi giştî jî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Sevîl Turgut anî ziman ku girtiyên nexweş di şert û mercên girtîgehê de nikarin tedawî bibin û divê demildest bên berdan.
 
Sevîl Turgut bi lêv kir ku ew di hefteyê 558an de bal dikşînin ser rewşa girtiyê nexweş Kazim Avci yê 70 salî û wiha axivî: “Kazim Avci tevî hê derbarê wî de hukum tune ye 9 sal û 6 meh in di girtîgehê de ye. Kazim Avci ji %78ê astengdar e û 58 sal in ji ber ku lingê wî yê çepê ji bejê ber bi jêr ve hatiye jêkirin, proteza 5 kîloyî ya bi amûra daliqandinê li stûyê xwe bi kar tîne. Ji xeynî vê protezê dema dimeşe her tim ken an jî kêzikan bi kar tîne. Ji ber ku dema di hucreya yekkesî de tê hiştin nekarî pêdiviyên xwe bi cih bîne. Piştî ku xizmê wî yê di heman girtîgehê de razî bû ku bi wî re li heman cihî bimîne, di warê lênêrînê û pêdiviyên xwe de piştgirî werdigire. Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de ji ber protezê zehmetiyê dikişîne nav otomobîlê û dimeşe. Her wiha nexweşiya dil jî bi wî re heye.”
 
Di berdewama axaftina xwe de Sevîl Turgut destnîşan kir ku Kazim Avci di 2ê Sibata 2022yan de di girtîgehê de qirîza dil derbas kiriye û wiha got: “Yek ji damarên wî bi tevahî girtî ye, stent li vê damarê xistine. Piştî krîza dil, hê jî di tiliyên destê çepê de êş û janberdewam dike. Dil bi kapasîteya ji sedî 40 dixebite. Ji bilî van, di salên 1998 û 2015an de ji ber nexweşiya di stûyê wî de du caran emeliyatên findiqa wî çêbûn û bijîşkan jê re gotin ku ew êdî nikaribe emeliyateke din bike. Her wiha, guman li ser kansera mîzdankê hebû û ji ber vê sedemê kişandina tîrêjên X-ê yên din hate xwestin. Ji ber ku prostata wî pir mezin bûbû, bi gumana penceşêra prostatê di bin çavdêriya domdar de bû. Wî diyar kir ku ew rojane 12 dermanên dil bikar tîne, 6 sibê û 6 êvarê, û her weha ji bo prostatê rojane 2 heb, ji bo şekir rojane 2 heb, ji bo têkçûna mîtralê rojane 1 derman distîne, û her weha di parêzê de ye. Di encama MRIya ku piştî êşa serê ya giran hat kişandin de, hat destnîşankirin ku xwînrijandina mejiyê wî heye û li deverên ku xwînrijandin lê çêbûye hin zirarên mayînde hene.Ji ber nexweşiyên giran ên Kazim Avci nikarie bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, divê muayeneyên wî di zûtirîn dem de werin kirin.”
 
 

Sernavên din

13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê jî bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan li Meclisê diaxive
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’
08:59 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê rastî eleqeyê tê
08:51 Sebahat Atabey ji hêla jinan ve hate definkirin
28/06/2025
16:50 Ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê
15:42 Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
15:40 Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin
15:33 Bandora serhildana Şêx Seîd a li Kurdistanê tê gotûbêjkirin
15:06 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Wanê civiya
14:56 Bayindir bang li partiyan kir: Bersivê bidin banga Ocalan a ji bo kongreya neteweyî
14:22 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin
14:19 Di doza îşkenceya polîsan a li hemberî zarok de biryar hat xerakirin