AMED - Konseya Bajar a Amedê ji bo zarok çalaktir tev li jiyana bajar bibin, Meclisa Zarokan ava kir.
Meclisa Zarokan a Konseya Bajar a Amedê, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bi bermayekê avakirina xwe ragihand. Sekretera Giştî ya Konseya Bajar a Amedê Selvî Tunç, diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin ku zarok çalaktir tev li jiyana bajar bibin û ji bo wan bikin kirdeya jiyana xivakî ev meclis ava kirine.
Selvî Tunç, da zanîn ku hedefa wan ew e ku zarokan rasterast tev li pêvajoyên biryardayînê yên têkildarî bajarê lê dijî bikin û got: “Di mijarên civakî, çandî û cemaweriyê de zarok ji hêla xwegihandinê de kêmasiyan dijîn û em dixwazin ev kêmasî temam bibin. Amed, bajarekî pirçandî û pirzimanî ye û di mijara ku zarok xwe bi zimanê dayika xwe îfade bikin de kêmasî hene. Temamkirina van kêmasiyan, girîng e. Lewma jî Meclisa Zarokan a Konseya Bajar a Amedê ne tenê sembolîk e, xwedî wê îdiayê ye ku veguherîne. Zarok dê bi rêya vê meclisê rojevên xwe diyar bikin, dê ji pêvajoya biryardayînê re sûdewer bin û di rêvebirina bajar de berpirsyartiyê li xwe bigirin.”