XARPÊT - Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik wefat kir.
Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik (94) wefat kir. Cenazeyê Rehan Bayikê dê sibe piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Herêmê, li gundê Aşagi Çakmak ê navçeya Kebanê were definkirin.
Şîna Rehan Bayikê dê li Mizgefta Veysel Karanî ya li Taxa Zanîngeha Xarpêtê bê danîn.