ŞIRNEX - Remzî Kayaalp ê ku li Silopiyayê Gulîzer Yildiz qetil kiribû, hate girtin.
	Xebatkarê loqenteyeke li navçeya Silopiya ya Şirnexê Remzî Kayaalp, ji xebatkarên loqenteyê Gulîzer Yildiz a 27 salî qetil kir. Kayaalp ku hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate krin. 
	Dadgehê, bi sedema "kuştina bi qesdî" biryara girtinê da. Kayaalp şandin girtîgehê. 




