ENQERE - Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Boluyê pêşkeşî Meclisê kir û got: “Ev girtîgeh veguheriye kampa cezakirinê.”
Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê raporek amade kir û pêşkeşî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) kir. Di raporê de hate gotin ku girtiyan dereng dibin nexweşxane û revîrê, dermanên girtiyan dereng tên dayin, di dema sewqkirina nexweşxaneyê de kelemçekirina destan, lêgerîna nava dev û sepanên biçûkxistinê tên ferzkirin, girtiyên li dijî van sepanan derdikevin jî daxwaza wan a sewqkirinê tê astengkirin. Hat gotin ku bi taybet jî di dema tedawiyê de cendirme ji odeyê dernakevin û tedawiyê asteng dikin.
‘MAFÊ JIYANÊ TÊ BINPÊKIRIN’
Bi domdarî di raporê de hate gotin ku girtiyê bi navê Mehmet Çaglar di meha Nîsanê de xwîn çûye ser mejiyê wî û piştî tedawiyeke demkurt dîsa birine girtîgehê. Hat gotin ku girtiyê nexweş Abdulvahap Kavak ku nexweşiyên wî yên weke dil û pişikê hene jî ji ber partîkulên zêde yên santrala betonê ya li girtîgehê di bin xetereyê de ye û daxwaza wî ya sewqkirinê hatiye redkirin. Di raporê de wiha hat gotin: “Mafê girtî ya jiyaneke li devereke bitendurist û mafê tedawiyê hatiye astengkirin.”
LI GIRTÎGEHÊ GIRTIYÊN NEXWEŞIYA WAN GIRAN HENE
Di berdewamê de hate destnîşankirin ku li girtîgehê nêzî 140 girtî hene û piraniya wan girtiyên nexweş in û ji wan jî rewşa 47’an giran e. Hat diyarkirin ku tevahiya girtiyan jî pirsgirêkên kronîk û pirsgirêkên tenduristiyê yên giran dijîn.
ASTENGKIRINA PÊWENDIYÊN BI KURDÎ
Di raporê de hate daxuyandin ku mafên girtiyan ên perwerde û agahîgirtinê yên bi zimanê dayikê tê binpêkirin û nameyên girtî Îhsan Balkaş bi Kurdî nivîsandî, bi hinceta “nayê fêmkirin” ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nehatine şandin. Hat destnîşankirin ku rêveberiya girtîgehê daxwaza heqdestê wergêr kiriye û ev yek jî binpêkirineke aşkerayî ya mafê pêwendiyê ye. Di raporê de hate gotin ku mafên agahîgirtin û zanînê yê girtiyan bi aşkerayî hatiye binpêkirin.
Bi domdarî di raporê de hate diyarkirin ku gelek caran bi ser hucre û qawîşên girtiyan de tê girtin û ajanda, lênûs û nîşeneyên girtiyan tên desteserkirin. Hat gotin ku du pirtûkên bi Kurdî yên girtî Mehmet Akpolat ji hêla rêveberiya girtîgehê ve bi keyfî hatine desteserkirin.
BAL KIŞAND SER TÊGEHA ‘DADGEHÊN DUYEMÎN’
Hat gotin ku nameyên Îhsan Balkaş ji parêzer û wekîlan re şandî jî hatine desteserkirin. Bi domdarî hate bilêvkirin ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya herî kêm 33 girtiyan asteng kiriye û ev lijne weke “mekanîzmaya darazê ya paralel” tevdigere. Rapor, wiha domiya: “Lijneyên Îdare û Çavdêriyê, rêgezên dewleta hiqûqê bi awayekî herî giran binpê dikin. Divê ev lijneye jinûve bên sazkirin û rê li ber sepanên wan ên keyfî bê girtin.”
GIRTIYÊN TEHLIYEYÊN WAN HATINE ASTENGKIRIN
Di raporê de girtiyên tehliyeyên wan hatine astengkirin wiha hatin rêzkirin: “Abdulhamît Ahraz, Abdullah Çelîk, Ahmet Abdî Îbrahîm, Ahmet Mûstafa, Alî Mûrat Çelîk, Ataş Gobe, Aydin Adiyaman, Aydin Yuce, Bulent Guneş, Denîz Ozturk, Haci Ekîncî, Halîl Dag, Hasan Încî, Keyfo Başak, M. Şîrîn Bozaçli, Maruz Tûrkan, Mehmet Denîz Guzel, Mehmet Zekî Eşîn, Muhammed Îsmaîl, Mûrat Çetînkaya, Muzaffer Akiş, Nedîm Yilmaz, Nûrettîn Ataman, Omer Okul, Ozgur Sîncer, Ramazan Vural, Sabît Kaya, Salih Korkut, Serhat Ozturk, Sînan Turkmen, Suat Gokalp, Şahap Elbasan û Tuncay Dogan.”
POLÎTÎKAYA PIŞAFTINÊ
Di raporê de hate gotin ku li girtîgehê rejîmeke înfazê ya rûmeta mirovahiyê tune dihesibîne di meriyetê de ye. Hate gotin ku di dema muayeneyê de kelemçekirina destê girtiyan, tedawiya di bin çavdêriya cendirmeyan de û bi sewqkirinên dereng re girtîgeh veguherandine kampa cezakirinê. Hat gotin ku astengkirina mafê pêwendiyên bi zimanê dayikê jî encama polîtîkayên pişaftinê ye.
DAXWAZA
Di raporê de ji bo bidawîbûna binpêkirinan ev daxwaz hatin rêzkirin:
“*Divê xwegihandina tedawiyê ya girtiyên nexweş bê misogerkirin.
*Sepanên biçûkxistinê divê werin bidawîkirin.
*Astengiyên li pêşiya têkilîdanîna bi zimanê dayikê hewceye bên rakirin û heqdestê wergêran ji girtiyan neyê standin.
*Hewceye bi awayekî keyfî pirtûk û weşanan desteser nekin.
*Divê sepana astengkirina şandina nameyan a ji parêzer û wekîlan re bê rakirin.
*Divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê jinûve bê sazkirin û biryarên keyfî bikare bên kontrolkirin.
*Hewceya zexta poşmantiyê bê bidawîkirin û mafê darizandina adilane bê parastin.
*Divê hemû sepanên ku nahêlin girtî beşdarî venêrîna demokratîk, mafê parstinê û amadekariya ji bo jiyana civakî bibin, bên bidawîkirin.”
MA / Mehmet Aslan