NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîl, daxuyand ku li dijî herêma Bekaa ya Lubnanê 16 êrişên hewaî pêk aniye.
Îsraîlê ragihand ku li herêma Bekaa ya Lubnanê 16 êrîşên hewayî li dijî hêzên El Redwan ên girêdayî Hizbullah pêk aniye.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal diyar kir ku artêşê, li Bekaayê li hedefên El Redwan a girêdayî Hizbullahê xistiye. Adraee got: "Di çarçoveya êrişan de, baregehên leşkerî yên El Redwan hatin hedefgirtin û depoyên ku ji bo hilanîna alavên şer dihatin bikaranîn hatin tespîtkirin."