NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûya Navneteweyî, têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Girtîgeha Evînê diyar kir ku binpêkirina mafên mirovî ye û daxwaz kir ku êriş wek sûcekî şer bê lêpirsînkirin.
Duh (21’ê Tîrmehê) Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty) raporek berfireh têkildarî êrişa Îsraîlê ya di 23’ê Hezîranê (2025) de li dijî Girtîgeha Evîn a Tehranê ku jinên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî jî tê de bûn, weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku êrişa li dijî Girtîgeha Evînê, binpêkirinek cidî ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye û divê wek sûcê şer were lêkolînkirin û berpirs bên darizandin.
Di raporê de wiha hat gotin: “Li gorî lêkolînên berfireh ên rêxistinê, wêneyên peykê, dîmen, şahidên bûyerê, malbatên girtiyan û parêzvanên mafên mirovan artêşa Îsraîlê gelek êrişên hewayî li ser deverên cuda yên Girtîgeha Evînê pêk aniye. Di encama van êrişan de hejmareke zêde sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û herî kêm di 6 cihên girtîgehê de wêraniyek berfireh çêbûye. Êriş di saetên kar de û di dema ku beşên cuda yên girtîgehê tijî girtî û serdan dihat kirin, pêk hatine.
ÎSRAÎLÊ PIRS BÊ BERSÎV HIŞT
Rêxistinê di rapora xwe de diyar kir ku piştî êrişan çend saetan xwe gihandine qeydên deng ê telefonê yên hevdîtina girtiyan ên bi malbatên wan re. Rêxistina Efûya Navneteweyî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di 3’ê Tîrmehê de pirsên li ser êrişê ji Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê re şandine, lê heta dema weşandina vê raporê bersîvek negirtine.
SÛCÊ ŞER
Li gorî raporên fermî, di êrişan de herî kêm 80 sivîl, di nav de jin, mêr û zarokek 5 salî, jiyana xwe ji dest dan. Li girtîgehê deriyê sereke, avahiya îdarî, beşa karantînayê, klînîka bijîşkî, metbexa navendî, qawîşên girtiyên jin û mêr û her weha hucreyên tenêtiyê yên li beşa hejmara 209, ku girtiyên di bin çavdêriya Wezareta Îstîxbaratê de lê têne ragirtin, zirarên giran dîtine yan jî bi temamî hilweşiyane.
Di berdewamiya raporê de ev tişt hate gotin: “Ev êriş di saetên kar û dema ku gelek beşên girtîgehê tijî sivîl bûn pêkhat. Piştî êrişê çend saetan, artêşa Îsraîlê piştrast kir ku wan girtîgeh kirine hedef. Rayedarên payebilind ên Îsraîlê li ser medyaya dijîtal kêfxweşiya xwe ya ji bo vê çalakiyê anîn ziman.
Rêxistina Efûyê bang li hemû rayedarên dadwerî yên li çar aliyê dinyayê kir ku darizandina kesên berpirsiyarên vê êrişê ne erka xwe ya darizandina gerdûnî bikar bînin.