ŞIRNEX – Şîna Abbas Kerîm Vesek û Hacî Ertene yên HPG’î yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Ji bo Abbas Kerîm Vesek (Hasan Viyan) û Hacî Ertene (Baran Cizîr) yên HPG’î ku di dîrokên cuda de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, li navçeya Hezex û Cizîr ên Şirnexê şîn hate danîn. Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), bi awayeke girseyî şîn hate ziyaretkirin. Gelek siyasetmedar û nûnerên saziyen civakî şîn ziyaretkirin.
Di şînê de ji bo kesên jiyana xwe di oxira têkoşîna demokrasiyê de winda kirine, deqeyek rêzgirtin hate girtin. Di şînê de Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Unsal, ji malbatê re sersaxî xwest û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, da destpêkirin. Em bi têkoşîna şehîdan ve hatin vê qonaxê. Bila êdî hêsirên dayikan nerijin.”
‘DIVÊ KES NEYÊ ÎNKARKIRIN’
Bavê Vesek Yusuf Vesek, got: “Banga me ji bo mirovahiyê ye. Ger ne ji înkarê ba ê şehadetên çênebûya. Dema xûşk û biratiyê ye. Divê tu kesek di axa xwe de neyê înkarkirin.”
PÊVAJO HATE BIBÎRXISTIN
Girse ji Kolana Oner ber bi Mala Şînê ya Haci Taha ve meşiya, ku duh li wir şîn hatibû astengkirin.
Hevserokê Partiya DEM’ê yê Cizîrê Yilmaz Sanri, li ber mala şînê axivî û diyar kir ku pêvajoyek heye lê şîn tê astengkirin û got: "Tu pratîkek ku li gori ruhê pêvajoyê tune. Şîndanîna malbatê tê qedexekirin. Em vê astengiyê şermezar dikin. Divê dewlet gavên li gorî pêvajoyê bavêje. Gel dixwaze gavên şênber bibîne."