ŞIRNEX - Walîtiya Şirnaxê daxuyandibû ku birîna daran hatiye rawestandin lêbelê dîmenên ketin ber destê me nîşan didin ku qirkirina daran hêj berdewam e.
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê li dijî birîna daran a li seranserî bajar didome, kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Li ser vê yekê Walîtiya Şirnexê li rêxistinên saziyên civakî û li nûnerên partiyên siyasî geriyabû û îdia kiribû ku birîna daran "hatiye rawestandin." Rexmê gotina walîtiyê jî, derket holê ku qirkirina daran li Gabarê didome. Di dîmenên duh li Gabarê hatine kişandin û ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) re hatine şandin de tê dîtin ku darên berûyê hatine birîn û li rex rê li ser hev hatine komkirin.
Li gorî agahiyên me ji çavkaniyeke xwe yê li Qilebanê wergirtin ku li nêzî devera birîna dara ye; cerdevan îhaleyên birîna daran çêdikin. Hate diyarkirin ku darên ji aliyê cerdevanan ve hatine birîn, ji bo zivistanê li baregehên leşkerî tên veguhestin. Çavkaniya herêmî da zanîn ku birîna daran didome.
ÇÛYÎNA GUND YEKSER HATE QEDEXEKIRIN
Gundên Cilbiya û Biliga yên Silopiyayê ji salên 1990’î heta niha qedexe ne û ev 2 sal in welatî bi destûra qerokolê diçin gund. Li van gundan jî birîna daran didome. Li gel vê, bû hefteyek ku hatin û çûna gund bi temamî hatiye qedexekirin.
Piştî daxuyaniya devkî, walîtiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bi hinceta şewatên daristanan heta 1’ê Îlonê çûyîna nava daristanan hatîye qedexekirin. Duh li navçeya Elkê ya ku qirkirina daran lê dîdome jî bi hinceta “ewlehiyê” li 5 herêman qedexe hate ragihandin.
MA / Emrullah Acar