SÊRT - Kayran Eldemîr ku zêdetirî nîv sedsal e pîşeyê hesinkariyê yê ku ji bavê xwe mîras girtiye didomîne, got: "Ez naxwazim ev pîşe wekî berhemeke ji dîrokî re bimîne."
Ji esnafên Çarşiya Helawfiroşan a li navenda Sêrtê Kayran Eldemîr (63) pîşeya hesinkariyê ya ku di 8 saliya xwe de li ber destê bavê xwe fêr bûye, 55 sal in didomîne. Eldemîr, ji hesin û pola gelek tiştan çêdike.
Eldemîr tevî germahiya havînê jî karê xwe didomîne û got: "Ev pîşe ji kalê min ji bavê min re, ji bavê min jî ji min re ma. Heya 30-35 sal berê jî me pereyekî baş ji vî karî qezenc dikir. Niha ji ber pêşketinên teknolojiyê em wekî berê qezenc nakin. Heya ez amûrekê çêdikim, fabrîke û makîne bi dehan çêdikin. Ew fiyetê wê bi 300 jî bifiroşe qezenc dike, lê ez divê bi hezar TL'yî bifiroşim."
Eldemîr, bilêv kir ku amûrên tên bikaranîn bi temamî ji pola ne û ev tişt anî ziman: "Ez van amûran dikirim û li vir bi wan tiştên din çêdikim. Mişteriyên min bi piranî gundî ne. Bi piranî kesên xwedî baxçe tên dikirin."
Eldemîr ku got "Li Sêrtê ev pîşe dê bi min re biçe", wiha domand: "Zarokên min jî ji ber ku qezenca wê kêm e pir xwe nadin ber. Ji min re dibêjin pîşeya te êdî ne pîşe ye. Min ew bi vê pîşeyê dan xwendin."
Eldemîr, anî ziman ku pîşeya wî sal bi sal dimire û got: " "Ez naxwazim ev pîşeye wekî berhemeke ji dîrokî re bimîne."