DÎLOK – TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Dîlokê, di çarçoveya pêvajoyê de bi jinan re civiyan.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dîlokê, di çarçoveya civînên “Aştî û Civaka Demokratîk” de bi jinan re civiyan. Civîna ku li parkekî li taxa Gazîkent a navçeya Şehîtkamîl hate lidarxistin, Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, aktivîstên TJA’yê û endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Dîlokê, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê û gelek jin beşdar bûn.
Civîna ku bi axaftinan destpê kir, bi awayeke pirs û bersiv ve domand. Jinên ku di civînê de axivîn, baweriya xwe ya bi pêvajoyê anîn ziman û destnîşan kirin ku divê dewlet gav biavêje. Piştî axaftinan, civîn bi govendê ve bi dawî bû.