ENQERE – Hate ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Çarşamba ya Samsunê û Girtîgeha Tîp S a Kavakê tên ragirtin bi gotina “bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibinin” ve gef li wan hatiye xwarin û guleyekî danîne hewşa qawişa girtiyekî.
Rexmê “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a çareseriya pirsgirêka Kurd, li girtîgehan binpêkirin didomin. Lig elek girtîgehan ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve tehliyeya girtiyan tê astengkirin, nexasim ji bo girtiyên siyasî cezayê hücreye tên dayîn, binpêkirinên wekî ferzkirina tedawiya bi kelemçe û lêgerîna nava dev, astengiyên tedawiyê didomin.
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), ragihandin ku di hevdîtinên bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Çarşamba ya Samsunê tên ragirtin re gelek binpêkirin tên kirin. Hate diyarkirin ku li hewşa qawişa girtiyê bi navê Giyasettîn Aydin guleyekî hatiye danîn. Aydin, di hevdîtinê de got, gardiyanan ew bi gotina “bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibinin” ve gef li wan xwarine. Herwiha parêzeran ragihand ku girtiyê bi navê Emre Can ê ku li heman girtîgehê ye, dema sewqa nexweşxaneyê li ser wî lêgerîna nava dev hatiye ferzkirin û ji ber redkirina wî hatiye derbkirin.
BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHA TÎPA S A KAVAKÊ
Hate destnîşankirin ku di hevdîtinên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê de jî heman binpêkirin tên kirin. Li gorî ravekirina parêzeran, çalakiyên girtiyan ên li qada hevpar hatiye qedexekirin. Parêzeran ragihandin ku girtî ji hevdudin hatine cihêkirin û peywendiya di nava girtiyan de hatiye qutkirin, tedawiya girtiyên nexweş jî tê astengkirin û ji bo hilgirtina kartên girtîgehê li girtiyan tundî tê kirin.
MA / Omer Gungor