WAN - Berhemên salê yên Bostanê Bajêr ê Jinan ku ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê ve hatibû avakirin û 40 jin li wir dixebitîn, hatin komkirin.
Bostanê Bajêr ê Jinan ku ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a girêdayî Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ve li ser 2 hezar û 60 metrekareyî hatibû avakirin, ji bo 40 jinan derfeta hilberînê ava kir. Berhemên bostanê ku li Taxa Şafakê hatibû avakirin, hatin komkirin. Hevşaredar Canan Uzunay, endamên meclise, Midûriyeta Polîtîkayên Jinan û jinên ku li bostanê hilberîn kirine beşdarî komkirina berheman bûn. Jinan bi hevre firingî, xiyar, marul, îsot û balîcan kom kirin.
Hevşaredar Canan Uzunay, diyar kir ku dê xebatên wiha bidomînin û got: “Me di mercên zehmet de dest bi xabatan kir. Di van bostanan de keda jinan û keda xebatkarên şaredariya me zêde ye. Xebatên wiha ku bandorê li ser hilberîna jinan dikin, me kêfxweş dikin. Em ê ji bo avakirina qadên hevpar ên hilberînê bêtir bixebitin.”