ENQERE- Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş ku di civîna Komîsyona Meclise de axivî bertek nîşanî astengkirina axaftina kurdî ya Dayikên Aştiyê da û got: “Bi rastî, di mesela zimanê dayikê de siyek li ser xebatên meclisê heye û em dikarin bi gavên erênî vê siyê rakin.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin li meclîsê civîna xwe ya 6emîn li dar xist. Di civîna 6emîn de piştî guhdarkirina serokên baroyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hstin guhdarkirin.
Serokwekîla Koma Meclise ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di axaftina xwe de li ser rêbaza komîsyonê rawestiya û got, “Wê hevalên parlamenter yek bi yek axaftinê bikin, Weke qeydekê derbaskirina axaftinan, rêbazeke ne rast e. Ev der ne Civata Giştî ye, em jî çalakiyeke siyasî ya Civata Giştî nakin. Li vir armanceke me heye, sedemek ji bo kombûna me heye. Di vê wateyê de, ez dixwazim hişyariya rêbazî dubare bikim ku ev rêbaz careke din neyê dubarekirin.”
Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat di komîsyonê de axivî. Firat bi pirsa heke kurdî bibe zimanê fermî wê Tirkiye çi winda bike dest bi axaftina xwe kir û got: “Wê demê edalet wê bi ser bikeve. Ez hem kurd im û hem jî elewî me. Em ziman û baweriya xwe nikarin bijîn. Qala biratiyê tê kirin lê ev çawa biratî ye? Bila Cemxane bibin dergehên baweriyê. Em dixwazin bi zimanê xwe, xwe bînin ziman. Cemxane hê jî weke dergehên baweriyê nayên qebûlkirin. Hefteya borî Dayikên Aştiyê nekarîn bi zimanê xwe biaxivin. Heke dewlet van mafan misoger bike welatî wê xwe baştir bînin ziman. Em hemû pirsigirêkên hevpar dijîn lê dema mesele tê mafê ziman, çand û baweriyê hinek li dij derdikevin. Ew ne rast e.”
ZIMANÊ DAYIKÊ
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî bal kişand ser astengkirina axaftina Dayikên Aştiyê ku xwestin bi Kurdî biaxivin û wiha got: “Em her firsendê dibêjin bila em zimanê aştiyê biaxivin, bila em aştiyê di civakê de belav bikin, lê heke di wê civînê de destûr neyê dayin ku bi zimanê dayikê bê axaftin, bawerî jî qels dibe. Ev mesele gelekî girîng e. Di qada giştî de astengî li pêşiya bikaranîna zimanê dayikê hene yan na? Em ê vê yekê di civata giştî de nîqaş bikin. Lê ez tiştekî bibêjim. Li gorî xala 3an a Destûra Bingehîn, di qada giştî de tu astengî li pêşiya bikaranîna zimanê dayikê tune. Tenê zimanê fermî yê dewletê heye. Dibêje “Zimanê dewletê tirkî ye.” Û ev der ne Civata Giştî ye, ne Komîsyona Îqtîsadê ye. Bingehê wê yê qanûnî jî tune. Yanî weke banga serokê meclisê bû. Yanî li vir dema em behsa aştiyê dikin, tu astengî li pêşiya dayikekê tune û divê tunebe ku ew bi zimanê xwe yê dayikê hestên xwe bîne ziman. Em vê helwestê weke bextreşiyê nahesibînin. Ji ber vê yekê, ev helwest nîşan dide ku em hê bi norm û rêbazan aştiyê bi hundirê xwe ve nekirine û ev helwesteke siyasî ye. Bi rastî, di mesela zimanê dayikê de siyek li ser xebatên meclisê heye û em dikarin bi gavên erênî vê siyê rakin.”
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
Di berdewama axaftina xwe de Meral Daniş Beştaş bi lêv kir ku di girtîgehan de bi hezaran girtiyên nexweş hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: Yanî ez ê çend navan ji we re bibêjim. Fatma Tokmak li ber mirinê ye. Devrim Ayik ji sedî 78 astengdar e. Ergîn Aktaş şeş caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” standiye lê nayê berdan. Firat Nebîoglu ji sedî 92 astengdar e, bi diyalîzê ve girêdayî ye, rapora astengdariyê heye û pêwîste gurçikê wî were guhertin. Dîsa Edemun Çam 73 salî ye. Ew jî nexweşê giran e. Dîsa Murat Çalik, Ayşe Barim. Ev navên ku min rêz kirin di rojevê de ewqas nayên nîqaşkirin, lê em ji hemûyan re bi heman awayî dinêrin. Yanî divê ev girtiyên nexweş di zûtirîn demê de li cem malbatên xwe bin. Dema em behsa çareserî, aştî û demokrasiyê dikin, mirovên di girtîgehê de bi mirinê re rû bi rû ne tiştekî nayê qebûlkirine. Di vê mijarê de jî, hevalên hêja, divê komîsyon
îradeyekê nîşan bide.”
Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partî Cengîz Çiçek jî destnîşan kir ku ew nizanin pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd di kîjan qonaxê de ye û wiha pêde çû: “Lê ev komîsyon dema ku pêvajoya bêçekkirinê tê nîqaşkirin, di heman demê de ji bo avêtina gavên siyasî û qanûnî yên ku vê pêvajoyê hewce dike, weke pirsgirêk derketiye holê. Afirandina hawîrdoreke baweriyê berî her tiştî karê me ye. Lê di heman demê de, divê em nîqaşên li ser gavên qanûnî yên pêwîst bêyî dereng bikevin û paş bixin derxin. Hin partiyan ev yek berê kiriye, ev helwesteke pir bi rûmet e. Divê em bi dilxwazî ber bi zeminê ku em ê van yekan bêhtir berbiçav bikin ve biçin.”