ŞIRNEX - Şehmûs Sevdînoglû ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê gelek caran tehliyeya wî taloq kiribû, piştî 32 salan hate berdan.
Şehmûs Sevdînoglû ku li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê dihat ragirtin, piştî 32 salan hate berdan. Sevdînoglû, di sala 1993’yan de li navçeya Hezexê ya Şirnexê hate binçavkirin û piştre cezayê muebbedê lê hate birîn. Sevdînoglû, piştî 32 salan hate tehliyekirin. Sevdînoglû, li bajarokê Ereban ê navçeya Hezexê ya Şirnexê bi girseyî hate pêşwazîkirin.
Pêşwazî, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAD-DER) hate lidarxistin. Gelek kes tev li bûn. Sevdînoglû, tevî kesên hatibûn pêşwazîkirinê derbasî mala malbata xwe ya li Hezexê bû.
Demekî dirêj bû ku tehliyeya Sevdînoglû ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve dihat taloqkirin.