STENBOL - Endamê OHD’ê Veysî Eskî diyar kir ku dewlet “Mafê hêviyê” weke amûrekê bi kar tîne û got: “Êdî ji hêla hiqûqî ve em hatine qonaxa dawî.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di 15-17’ê Îlonê de têkildarî biryara binpêkirina “Mafê hêviyê” ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Civan Boltan, Hayatî Kaytan û Emîn Gurban dabû, bicive. Komîteyê di civîna xwe ya Îlona 2024’an de ji Tirkiyeyê xwestibû ku di mijara “Mafê hêviyê” de di qanûnan de sererastkirin bike û salek muhlet dabûyê. Komîteyê, gotibû ku heke sererastkirin neyên kirin dê biryara navberê bide. Tevî hişyariya komîteyê jî Tirkiyeyê heta niha tu sererastkirin nekiriye. Tê mereqkirin ka dê komîte li dijî vê çi biryarê bide.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di nav de, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê di meha Tîrmehê de ji bo cîbicîkirina “Mafê hêviyê” agahî dabû komîteyê. Di agahdarnameyê de hatibû xwestin ku ji bo cîbicîkirina biryarên DMME’yê gavên pêwîst bên avêtin.
Endamê OHD’ê û delegeyê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Veysî Eskî, têkildarî “Mafê hêviyê” û biryara îxtîmal a komîte bide axivî.
'DIVÊ ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA MAFÊ HÊVIYÊ BÊN RAKIRIN’
Eskî, da zanîn ku li gorî “Mafê hêviyê” divê hêviya herkesekî ya rojekê ji girtîgehê derkeve hebe û ev pêvajo jî gelek dirêj nebe. Eskî, got: “Macaristanê xwest derbasî cezayê hefsê yê 40 salan bibe. Lêbelê DMME’yê ev qebûl nekir. Jixwe emrê mirovan diyar e. Ji bilî Tirkiyeyê hemû endamên YE’yê vî mafî nas dikin. ‘Mafê hêviyê’ di yasayan de cih nagire lê hukmên pêşiya vê digirin ji qanûnan tên derxistin. Di yasayên Tirkiyeyê de tê gotin ku kesên cezayê muebbeda girankirî lê tê birîn ‘dê heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bin’ heye. Ev jî pêşiya ‘mafê hêviyê’ digire. Divê ev gotin ji yasayan were derxistin. Ji ber ku tê wateya cezayê îdamê yê fiîlî.”
'JI HÊLA HIQÛQÎ VE EM HATIN QONAXA DAWÎ’
Di berdewamê de Eskî anî ziman ku ji bo “Mafê hêviyê” divê mekanîzmayek were avakirin û wiha pê de çû: “Divê baro, rêxistinên hiqûqê û parastvanên mafên mirovan jî daxilî vê mekanîzmayê bên kirin. Tirkiye, biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bicih nayîne. Roj bi roj ji mafên mirovan dûr dikevin. Êdî hêzeke pêdankirinê ya Yekitiya Ewropayê û Komîteya Wezîran nemaye. Dewlet, xwe berpirsyar nabînin. Ji ber ku komîte li gorî fikarên xwe yên siyasî biryaran dide. Dema nehatin cîbicîkirin jî her kes li gorî xwe tevdigere. Tirkiye ji sala 2014’an heta niha xwe mijûl dike. Tirkiye di plana xwe ya çalakiyê de behsa ‘Efûya serokkomariyê, efûya taybet’ die. Ew jî dizane nikare komîteyê bixapîne lê demê qezenc dike. Bi vî awayî rê li ber komîteyê digire ku mueyîdeyan ferz neke. Lê êdî ji hêla hiqûqî ve gihişt qonaxa dawî.”
'DIVÊ VENEGUHERE ŞANTAJÊ’
Eskî, got ku divê komîte biryara mueyîdeyan bide û wiha pê de çû: “Ev saleke li Tirkiyeyê pêvajoyek heye. Em qala pêvajoyeke di şexsê birêz Abdullah Ocalan de dimeşe dikin. Devlet Bahçelî, ji bo ‘mafê hêviyê’ yê birêz Ocalan got ‘bila were li Meclisê biaxive.’ Anku dewlt jî dizane ‘mafê hêviyê’ heye û divê bicih bîne. Lêbelê ev maf divê di siyaset û pêvajoyê de weke amûreke şantajê neyê bikaranîn. Dewlet weke amûrekî bi kar tîne. Ev tiştekî exlaqî nîne.”
'EM LI BENDA BIRYARA NAVBERÊ NE’
Eskî, axaftina xwe wiha qedand: “Me di mijara ‘mafê hêviyê’ de agahî dan komîteyê. Êdî şensê Tirkiyeyê nîne ku mijarê vehêle. Ji ber ku vebijêrka ku komîte Tirkiyeyê ji komîsyonê derxîne jî di nav de divê hemû vebijêrkan deyne pêşiya xwe. Em li bendê ne ku di vê civînê de biryareyeke navberê were dayin Em dixwazin ev biryareke wisa be ku bi Tirkiyeyê gav bide avêtin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû