STENBOL - Di danişîna doza Kovara LeManê de 3 kes bi şertê “kontrola edlî” hatin berdan.
Di karîkatûrekî hejmara 26’ê Hezîranê ya Kovara LeManê de bi hinceta ku Hz. Mihemed û Hz. Mûsa karîkatûrîze kirine, bi îdiaya “dijminatî di nava gel de belav kirine” lêpirsîn hatibû destpêkirin û 3 kes hatibûn girtin. Midûrê Karên Nivîsan ê Kovarê Zafer Aknar, grafîker Cebraîl Okçu û midûrê muesseseyê Alî Yavuz bi şertê kontrola edlî hatin berdan.