NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên ku bi dirûşmeya "Çi bi serê Rojîn Kabaiş hat?" çalakî li dar xistin, gotin: "Em îdiayên xwekuştinê qebûl nakin û daxwaz dikin ku hemû aliyên mirina Rojînê bi tevahî werin eşkerekirin." Jinan bang li hemû jinan kir ku ji bo Rojîn Kabaîşê têkoşîna xwe ya kolektîf xurttir bikin.
Komeleya Dema Jinan li Taxa Tarlabaşi Çukur bi dirûşma "Çi bi serê Rojîn Kabaişê hat?" ji bo Rojîn Kabaîş ku di 27'ê Îlona 2024'an de di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da, çalakî li dar xist. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek jin beşdarî meşê bûn. Pankarta bi nivîsa "Çi bi serê Rojîn Kabaişê hat" hate vekirin û dirûşmên wekî "Jin, jiyan, azadî" û "Kuştina jinan polîtîk e" gelek caran hatin berzkirin. Daxuyaniya bi Kurdî ya çapemeniyê ji aliyê Newroz Ünverdi û ya Tirkî jî ji aliyê Dilek Başalan ve hate xwendin.
Newroz Uuverdî di daxuyaniyê de ev bang kir : "Bila mirina Rojînê were ronîkirin. Bila lêpirsîn bi awayekî zelal were kirin. Bila her kesê ku di îhmalkariyê de tiliya wan heye werin darizandin. Bila tedbîrên lezgîn werin girtin da ku ewlehiya jinan li zanîngeh û wargehan were misogerkirin. Her wiha em bang li hemû rêxistinên jinan û endamên têkoşîna jinan dikin: Werin em bi hev re daxwaza xwe ya edaletê ji bo Rojînê zêde bikin. Werin em bi hev re li dijî polîtîkayên bêcezatiyê bisekinin û hevgirtina xwe xurt bikin. Ji ber ku em dizanin ku tenê bi têkoşîna rêxistinkirî em dikarin mafê jiyanê yê jinan biparêzin û pêşî li windabûnan bigirin."
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
WAN
Ji aliyê saziyên jinan yên Wanê ve kampanya ‘em ji bo jiyan û jiyankirinê xwe rêxistin dikin’ hatibû destpêkirin û çarçoveya kampanyayê de ji bo xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Rojîn Kabaîş ya 21s alî ku biguman jiyana xwe ji dest dabû meş pêk hat.
Ligel bavê Rojîn Kabaîş û xizmên wê, TJA, Komeleya Jinan a Star, Platforma Jinan a Wanê, rêxistinên civakî û pîşeyî, DEM partî, Parlametnerên Dem partiyê Gulderen Varli, Mahmun Dîndar û hevşaredara bajarê mezin a Wanê ku qeyûm tayînê şûna wê bibû Neslîhan Şedal tevli meşê bûn.
Jin ji ber AVM ya Wanê heta Kent Meydani bi dirûşmeyan meşiyan. Li Kent Meydani daxuyanî hat dayîn. Li ser navê girseyê Şukran Şen daxuyanî xwend.
Şukran Şen daxuyakirin ku mirina bi guman a Rojîn Kabaîş yek ji mînaka herî balkêş a polîtîka şerê taybete û wiha got: “Mirina Rojîn Kabaîş ne tenê xespkirina jiyana jineke ciwane, heman demê de hedefgirtina jiyana jinan e, Di rapora saziya tipa edlî de DNA’yê mêran hatine tespîtkirin. Lê ev bi guman neehatin dîtin, nasname nehatiye testpîkirin û serê hatiye girtin. Duyemîn rapora ATK’ê ev 6 mehe neketiye dosyayê.”
Şukran Şen destnîşan kir ku bi salane mafê jiyana jinan bûye alava şerê taybet û wiha anî ziman: “Sedema zêdebûna qetilkirina jinan, parastina gumanbarane, xelatkirina gumabnarane. Ev encama polîtîka giştiye. Me saziyên jinan kampanya ‘em ji bo jiyan û jiyankirinê xwe rêxistin dikin’ da destpêkirin. Em Rojînê dikin navenda kampanya xwe. Jin ne tenê hedefa gumanbarane, heman demê de raste rast hedefa polîtîkayên dewletê ne. Em ê têkoşîna jinan a rêxistinkirî mezin bikin. “
Bavê Rojîn Kabaîş, Nîzamettîn Kabaîş jî axivî û got: “Hûn hemû bav, dê û xwişkên Rojînê ne. Sedema mirina keça min îhmale. Berpirsr yurd û zanîngehe. Ger îhmal tunebûna wê îro Rojîn bijiya. Dema ez û hevjîna xwe li kampusê runiştî bûn xwendekar hatin gel me. Me ji wan re got hûn tiştekî dizanin bêjin. Lê gotin em nikarin biaxivin wê me ji dibistanê bavêjin. Ev saleke em êşê dikşînin. Em Rojînê dipirsin. Lê hîna tu kes nehatiye darizandin û girtin.”
Parlamentera Wanê Gulderen Varli jî diyar kir ku rastî nayên ronîkirin, di tariyê de dimîe. Gulderen Varli da zanîn ku ji bo Rojîn Kabaîş di tariyê de lêgerîna edaletê didome.
Daxuyanî bi ‘jin jiyan azadî’ bi dawî bû.