DÊRSIM - Danişîna doza qetilkirina Dîlara Gunanayê dê sibe were lidarxistin. Bavê Dîlara Gunanayê Fevzî Gunana banga tevlibûna dozê kir û xwest hesab ji faîlên keça wê were pirsîn.
Dîlara Gunana (25), di 4’ê Gulana 2024’an de winda bû û cenazeyê wê 8 roj piştre li gundê Sedeftepeyê girêdayî navenda Xarpêtê bi awayekî definkirî hate dîtin. Danişîna duyemîn a qetilkirina Dîlara Gunanayê dê sibe li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê bê lidarxistin. Di dozê de Volkan Kaplan weke faîl gitî ye û dayik û bavên wî jî ji ber sûcê “şirîkatiya sûc” negirtî tên darizandin. Faîl Kaplan, di danişîna ewil a dozê de îdia kir ku sûc bi tena serê xwe kiriye û îdia kir ku endamên malbata wî bêsûc in.
Bavê Dîlara Gunanayê Fevzî Gunana (62) bal kişand ser necezakirinê û ji bo danişînê banga hestiyariyê kir.
‘MIMKÛN NÎNE BI TENA SERÊ XWE BIKE’
Gunana, diyar kir ku cînayet baş nehatiye lêkolînkirin û got: “Ji me re hate gotin ku keça min bi wesayîtekê ji gund derketiye, nehatiye zanîn di wesayîtê de kî hebû û plakaya wesayîtê jî nayê zanîn. Mimkûn nîne ku kujerî ev cînayet bi tena serê xwe kiribe. Min pirsa ‘gelo li gund qereqola cendirmeyan heye yan na’ kir ji min re gotin nîne. Lê piştre em hîn bûn ku heye. Dema em derketin derve, li cihê jê re digotin axûr e sê kesan kemîn danîbûn. Yek ji wan sako li xwe kiribû; yê ku tê gotin kuştiye jî ew e. Kîloya keça min 85-90 e û ya wî kesî jî 45 e. Dibêjin ku vî kesî bi tena serê xwe cenaze biriye cihê bikevir. Bi betaniyeyê pêçaye û biriye cihê bikevir. Bi rastî jî bila dozger vê baş lêkolîn bike, gelo ma mimkûn e ku kesek bi tena serê xwe vê bike?”
‘CIHÊ CENAZEYÊ GUHERANDIN’
Bi domdarî Gunana destnîşan kir ku li cihê keça wî hatiye qetilkirin delîlên pêwîst nehatine komkirin û got: “Beriya em biçin gund van kesan cenazeyê keça min birin cihekî din. Îxtîmalek mezine ku piştî çûna me wan cenaze birin cihê çiyayî. Tirsa min ev e; hemû sûcdar nehatin girtin. Divê kesên ev tişt kirin ji cezayê muebbedê kêmtir cezayê negirin. Keseka bêparastin ji pişt ve bi çekê kuştine û cihê cenazeyê jî du-sê caran guherandine. Ev eziyet e. Em ê çawa vê qebûl bikin? Gelo dozger ev tevek lêkolîn kiriye? Heke kiribe çima haya min jê tune ye? Çima bi berfirehî ji min re nabêje? Zanîna vê mafê min e.”
‘ROJEK NÎNE KU JIN NEYÊN QETILKIRIN’
Gunana, got ku ji ber polîtîkaya necezakirinê komkujiyên jinan zêde dibin û axaftina xwe wiha qedand: “Cezayên tên dayin kêm in. Ji roja Peymana Stenbolê hatiye rakirin heta niha bi navê mafên jinan tu tiştek nemaye. Li cihê civak û gel lê heye belkî jî hejmara van cînayetan kêmtir bibe. Keça min çû lê bila êdî keçên tu kesên din neçin. Mixabin li welatê me tu rojek nîne ku jin neyên qetilkirin. Di roja duşemê de danişîna me heye. Daxwaza min a ji Xwedê ew e ku dadger û dozger biryareke rast bidin. Daxwaza min edalet e. Hewl dan cînayetê veşêrin. Naxwazin ceza lê wer birîn. Ez destûrê nadim vê. Ji bo hesabê tiştên bi serê keça min anîn were pirsîn tişta ji dest tê dê bikim.”
MA / Şîrvan Şîlan Çîl