AMED - Koleja Diyarbakirê ya TED’ê di çalakiyeke bi zarokan re de fermana Karamanoglû Mehmet Beg a ku ji bilî Tirkî hemû zimanan qedexe dike da xwendin. Malbatan bertek nîşan dan.
Koleja Diyarbarkirê ya TED’ê, di çarçoveya “26’ê Îlonê Cejna Zimanê Tirkî” de çalakiyek li dar xist. Çalakî, ji bo zarokên temenê wan di navbera 7 û 13 salî de hate dayin. Di çalakiyê de dovîzên pesnê Tirkî didin hatin bi zarokan dan hilgirtin. Di çalakiyê de fermana Karamanoglû Mehmet Beg ê Tirkî ferz dikir û ji bilî Tirkî hemû zimanên din qedexe dikir bi zarokekî dan xwendin. Xwendina vê fermanê, rê li ber bertekan vekir. Di fermana Karamanoglû Mehmet Begê de wiha tê gotin: “Ji vir û şûnde li dîwanê, li dergahê, li çargahê û li Meclis û meydanan ji bilî Tirkî dê bi tu zimanan neyê axaftin.” Malbatên zarokan jî ertek nîşanî çalakiyê dan. Rêveberiya kolejê ev çalakî li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kirin û piştî bertekan jî rakir.
Têkildarî mijarê em li sekreteriya kolejê geriyan. Sekreteryayê got ku dê mijarê bi rayedaran re parve bike û piştre vegere lê li me venegeriyan.