ŞIRNEX - TOKÎ’yê li herêmên Qelaçkê û Bulbulê yên li Taxa Îsmetpaşa ya navenda Şirnexê dest bi talankirina xwezayê kir û li heman herêmê hezar û 520 avahiyan çêdike.
Serokatiya Îdareya Xaniyên Komî (TOKÎ) li qadên Qelaçkê û Bulbulê yên Taxa Îsmetpaşa ya navenda Şirnexê dest bi çêkirina hezar û 520 avahiyan kir. Qada ku dê xanî li ser bên çêkirin, 3 km’an dûrî navendê ye.
XWEZA TÊ TALANKIRIN
Di dema rastkirina zemîna xaniyan de xweza tê talankirin. Bi dehan ekskavator û girên li Qelaçkê û Bulbulê hatine xerakirin û gelek dar ji rih ve hatin derxistin û birin cihên cuda.
94 BLOK
Hat zanîn ku avahiyên behsa xeberê dê ji hêla Şîrketa Anonîm a Înşaet û Bazirganiyê ya Egemen û Şîrketa Anonîm a Milk Înşaet Neqliye Pîşesazî û Bazirganiyê ya Fîtaşê ve bên çêkirin. Bedela îhaleyê jî weke 4 milyar û 164 milyon TL hate diyarkirin. Li qada behsa xeberê dê hezar û 520 avahî, 7 navendên bazirganiyê, dibistaneke 24 polên wê hene, mala şînê, mizgeftek, binesazî û sererastkirina hawirdorê bên kirin. Bi giştî dê ji 94 blokan pêk bê.