Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin

  • rojane
  • 09:58 1 Cotmeh 2025
  • |
img
ERZIROM - Welatiyên Erziromê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn û gotin ku divê mafên gelê Kurd li ser bingeha hemwelatiya wekhev bên naskirin. 
 
Xebatên komîsyona li Meclisê ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû avakirin, didomin. Piraniya xelkê Kurdistan û Tirkiyeyê piştgiriyê dide pêvajoyê. Welatiyên Erziromê jî gotin ku ji bo aştiyeke mayinde divê gavên pêwîst bên avêtin. 
 
Welatiyê bi navê Ahmet Sayar (27) got: “Em hewl didin hebûna xwe bi vî welatî bidin qebûlkirin. Weke endamekî malbateke di vê oxirê de gelek bedel daye û gelek êş kişandiye, ez aştiyê dixwazim. Em ji bo jiyaneke birûmet û azad li vir in. Em xwedî li aştiyê derdikevin. Em ji rêbertî û partiya xwe bawerin ku dê Îmraliyê bikin girava aştiyê. Em dixwazin li ser xakeke ku Dayika Taybet, Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Haci Lokman Bîrlîk, Tahir Elçî lê nayên kuştin bijîn. Mifteya aştiyê, birêz Abdullah Oalan e. Divê bi yasayên entegrasyona demokratîk re mafên gelê Kurd bên naskirin û dayin. Divê ev yasa tavilê bikevin meriyetê.” 
 
‘HETA MAFÊN ME NEDIN AŞTÎ ÇÊNABE’ 
 
Mahîde Kamiş ku kurê wê û bûka wê di têkoşîna gelê Kurd hatine girtin, wiha got: “Ji bo aştiyê beriya her tiştekî divê mafên gelê Kurd bên dayin. Bifikirin ku dema gelê me cilên xwe li xwe dike jê re dibêjin ‘terorîst.’ Lê dema ew li xwe dikin jê re dibêjin moda. Divê ziman û çanda Kurdan were naskirin. Em dixwazin ji bo zimanê dayikê yê zarokên me, dibistan bên avakirin. Em naxwazin kesek bimire lê heta mafên me nedin jî aştî dê çênebe. Ma ewqas bedel ji bo çi hatine dayin? Beriya her tiştekî divê Rêbertî azad bibe. Heta ew azad nebe ma dê zarokên me çawa azad bibin?” 
 
Arîf Karakaya (44) jî anî ziman ku ew şopdarên paradîgma û felsefeya Abdullah Ocalan in û wiha pê de çû: “Gelê Kurd di çarçoveya bangên Rêbertiyê de fedekarî kir. Nîşan da ku ji bo xwişk-biratî û entegrasyonê amade ye. Tişta em dixwazin wekhevî ye. Em di her qada jiyanê de wekheviyê dixwazin. Zimanê gelekî bîra wî gelî ye. Bîra me dizîn, em bîra xwe dixwazin. Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje.” 
 
‘BILA HER KES BIGIHIJE ZAROKÊ/A XWE’ 
 
Vesîle Sayak (65) jî got bi hêviye ku dê aştî were û ev tişt anî ziman: “Dê gelên Kurd û Tirk bi hev re û wekhev bijîn. Bila ne zarokên Kurd ne jî yên Tirk nemirin. Zarokên me bi ezyet û zehmetê mezin bûn. Me ne ji bo ku di zindanan de bimînin mezin kirin. Bila her kes êdî bigihije zarokên xwe. Gelê Kurd tişta diket ser milê xwe kir. Nîşan da ku ji bo çekdanînê amade ye. Êdî dora dewletê ye û bila gavan biavêje. Divê rêberê me û hemû zarokên me yên din ên di zindanan de berde. Gel, aştiyê dixwaze.” 
 
‘JI BO AŞTIYEKE MAYINDE...’ 
 
Sabrî Altay (64) jî destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ye ku ev pêvajo dê bi xwe re aştiyeke mayinde bîne û axaftina xwe wiha qedand: “Divê xwişk-biratiya gelan çêbibe. Em naxwazin ji her du aliyan jî tu kes bimire. Em aştiyeke bi rûmet, bi exlaq û mayinde dixwazin. Ji bo destê birêz Abdullah Ocalan xurtir bibe divê her kes bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigire û xwedî li pêvajoyê derkeve. Em ji Serok Apo bawerin. Divê dewlet êdî gavan biavêje.” 
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 Meşa ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’ dest pê kir
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike