AMED – Jinên ku tev li meşa TJA’yê ya bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” bûn, bi meşaleyan ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin.
Jinên ku beşdarî meşa Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” bûn, piştî daxuyaniya li Rawestgeha Çemeyê ya li Semta Gazîler a navçeya Peyasê ya Amedê heta pêşiya Ceylan Karavîl AVM’ê meşiyan. Di meşê de jinan dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bila mafê hêviyê were cîbicîkirin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Jinên ku dê di meşê de cih bigirin, li vir bi çepik, tililî û meşaleyan ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin.