ENQERE - KON-DER a ku li navçeya Kulu ya Konyayê hatiye avakirin, dest bi qeydên dersên zimanê Kurdî yên asta yekemîn û duyemîn kir. Qeyd dê heta 15’ê Cotmehê bidomin.
Komeleya ziman Çand û Hunerê ya Konê (KON-DER) ku li navçeya Kuluyê ya Konyayê hate avakirin, dest bi qeydên dersên Kurdî kir. Ders, dê bi zaraveyê Kurmancî û di astên 1’emîn û 2’yemîn de bên dayin. Serlêdan dê heta 15’ê Cotmehê bidomin.