NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un, ragihand ku wan li hemberî leşkerên amerîkî yên li Koreya Başûr hatine bicihkirin, "tevdîrên taybet" girtine.
Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, di vekirina fûara çekan a li Pyongyangê de axivî. Li gorî KCNA’yê, Kîm ragihand ku wan "tevdîrên taybet" li hemberî leşkerên amerîkî girtine, lê der barê navaroka van tevdîran de agahî neda. Kîm da zanîn ku li Koreya Başûr nêzîkî 28 hezar û 500 leşkerên amerîkî hene û tetbîqatên hevbeş ên ku meha borî ji hêla leşkerên amerîkî, Koreya Başûr û Japonya ve hatine pêkanîn wekî "prova dagirkirinê" bi nav kir.
Lê belê, welatên hevalbend îdia kirin ku ev tetbîqat ji bo armancên parastinê ne.
Kîm Jong-un got: "Hevpeymaniya nukleerî ya Amerîka-Koreya Başûr bi lez xurt dibe û ew tetbîqatên curbicur bi armanca pêkanîna senaryoyên xeternak li dar dixin."
Kîm Jong-un got: "Her ku hebûna artêşa amerîkî li Koreya Başûr zêde dibe, fikarên me jî zêde dibin. Ji ber vê yekê, me hêzên xwe yên taybet li hedefên sereke bi cih kirine.”
Di wêneyên ku ji aliyê KCNA’yê ve hatin weşandin de, diyar dibe ku Kîm Jong-un bi generalan re li fûara çekan dimeşe ku tê de fûze jî dihatin pêşandan.