Yekemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê hatin dayîn

  • jin
  • 22:41 8 Cotmeh 2025
  • |
img
AMED - Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê ku îsal cara yekem ji hêla (MKG) ve hatin lidarxistin. Di merasîmê rojnamegerên ku xelat girtin diyarkirin ku ew şopdarên şehîdên Çapemeniya Azad bin.
 
Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê ku îsal cara yekem ji hêla Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve têne lidarxistin, li ÇandAmedê hatin pêşkêş kirin. MKG, Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), gelek rojnameger, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, dayika Gurbetellî Ersozê Fatma Ersoz, siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Rosayê û rêxistinên civakî beşdar bûn.
 
Merasîmê ji bo şehîdên Çapemeniya Azad bi deqeyekî rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê girseyê dirûşmeya "şehîd namirin" berz kir.
 
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'
 
Pişt re Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Rojnameger Roza Metîna axivî. Roza Metînayê diyarkir ku Gûrbetellî Ersoz di salên herî zor û zehmet de têkoşîneke bêhempa raber kir. Ruxmê ku gelek caran hat girtin, rastî zordestiyê jî hat, tu carî serî netewan. Gûrbeteliyê di heman deme de li hember zimanê serdest û baviksalar jî bi pênûsa xwe têkoşîn meşand. Bi vê berxwedana xwe ji rojnamegerên jin yên Çapemeniya Azad re mîrateyeke mezin hişt. Gulistan Tara, Hêro Bahaddîn, Nûjiyan Erhan jî xwendekarên Gûrbetellî Ersozê bûn. Em ê îro jî li hember polîtîkayên serdest, mêrperest li ber xwe bidin. Em ê tu carî serî li ber van polîtîkayên dewletê netewînin.
 
Piştî axaftina Roza Metînayê sînevîzyoneke ku behsa jiyan û têkoşîna Gûrbetellî Ersozê, zext û zordariya ku di salên 90î de li ser Çapemeniya Azad dihat meşandin hat nişandan. Piştî temaşekirina sînevîzyonê gel dirûimeya ‘Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin’ berz kir.
 
Dû re dayika Gûrbetellî Ersozê Fatma Ersoz axaftineke kurt kir û got: “Me wek gelê Kurd pir bedelên giran dan. Êdî bes e. Em aştî û xweşiyê dixwazin. Ez ji we hemûyan re di têkoşîna we de serkeftinê dixwazim.”
 
Malbata Gûrbetellî Ersozê peyamek ji merasîmê re şand. Di peyamê de hat diyarkirin ku Gûrbetellî Ersoz ne tenê rojnamevanek bû; bi pênûs, helwest û berxwedana xwe, ew wijdana serdemekê û sembola Çapemeniya Azad bû. Di berdewamiya peyamê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Têkoşîna wê îro jî di hemû rojnamegerên jin ên ku hîn jî pênûsa xwe ji bo rastî û azadiyê bikar tînin de dijî. Em bawer dikin ku ev merasîma xelatdayînê dê mîrateya Gurbetelliyê bigihîne nifşên nû û deng û gotinên jinan bêtir xurt bike. Zindî hiştina navê wê ne tenê bîranînek e; ew berdewamiya têkoşîna ji bo rastiyê ye. Ew jineke ku berê bayê û çarenûsa gotinan guherand bû. Ew dengê gelê xwe, bêhna jinan û pênûsa rastiyê bû.
 
JI MKG'Ê RE PEYAM
 
Ev xelata ku îro bi navê wê tê dayîn, ne tenê bîranînek e; ew dengekî nû ye ji bo hemû jinên ku dixwestin wan bêdeng bikin. Agirê ku di dilê Gûrbetelliyê de mezin bû, di jinên ku niha pênûs û kamerayan digirin û dev ji nivîsandina rastiyê bernadin de berdewam dike. Li ser navê malbata me, em spasiya xwe ya kûr pêşkêşî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dikin ji bo organîzekirina vê merasîma watedar. Ji hemû rojnamegerên jin ên ku beşdarî pêşbirkê bûn û ji herkesê ku di vê roja taybet de li vir amade ye û bîranîn û ronahiya Gûrbetelliyê di dilê xwe de hildigre.
 
Xewna Gûrbetelliyê xewna me hemûyan bû: Cîhaneke ku jin tê de azad bin û mirov bi rûmet bin. Ew xewn îro li vir bi we re ji nû ve geş dibe.
 
Bihezkirin û minnetdarî…”
 
Li ser navên Dayikên Aştiyê Nezahat Teke axivî. Nezahat Tekeyê hemû beşdarvan silav kir û got: “Ez di şexsê Gûrbetellî Ersozê de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bibîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Heke îro em li vir dikarin gotinên xwe bînin ziman saya van şehidan e. Ez ji hemû xebatkarên Çapemeniya Azad re serkeftinê dixwazim.”
 
Pişt re Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi Kirmanckî axaftinek kir û bi lê kir ku li ser kesên ku me li dû xwe hiştine axaftine pir zehmet e. me di sînevîzyonê de jî temaşe kir; salên 90î zehmet bûn. Gûrbetellî Ersozê her tim ev bang li jinan dikir; digot têbikoşin, her tim têbikoşin. Îro heke li çar aliye Kurdistanê û Erwopayê bi sedan jin ji bo rastî û heqîqetê poênûsa xwe bikar tînin, di, vê rewşê de bandora ku mîrateya Gûrbetellî Ersozê hiştiye pir girîng e. Sibê salvegera Komploya Navdewletî ye, Ez vê komployê şermezar dikim û dibêjim teqez aştî û azadiyê were vî welatî.”
 
‘PÊNÛSÊN AZAD'
 
Pişt re siyasetmedar Gultan Kişanak axivî. Gultan Kişanakê da zanîn ku wê Gûrbetellî Ersozê di salên zor û zehmet de bi hev re rojnamegerî kir. Rojên zor û zehmet bûn lê xweş bûn. Serdest bi derewan, bi manîpulasyonan şer dimeşînin, dixwazin li ser rastî û heqîqetê bigrin. Ji ber vê xurtbûna pênûsên azad pir girîng e. bi saya van pênûsan mirov dikare azadiyê poêk bîne. Ez bangî pênûsên azad dikim; divê em heqîqetê bi awayekî herî xurt binivîsin, ji bo vê jî em rojnamegeriyê bikin. Em bi pênûsên xwe dikarin aştiyê pêk bînin.”
 
Piştre peyama bidîmen ya ku ji hêla Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û hevala Gurbetellî Ersozê Eren Keskînê ve hatibû şandin, hate nîşandan. Eren Keskînê diyar kir ku Gurbetellî Ersoz yek ji kesayetên herî girîng di nav rojnamegerên jin ên Kurd de bû. Eren Keskînê destnîşan kir ku Gurbetellî Ersoz berdewama mîrateya rojnamegeriyê ya Musa Anter bû û got, “Gurbetellî berdewama rojnamegerên ku Musa Anter pir jê hez dikir e, ku wî jê re digot ‘zarokên min’.
 
Gurbetellî di heman demê de jineke pir berxwedêr û bi rûmet bû ku têkiliyên wekhev bi mirovan re ava dikir, bêyî ku têkiliyên hiyerarşîk di navbera serok û jêrdestan de çêbike. Bi serkeftî wekî edîtor xebitî. Di girtîgehê de qet serî netewand û jineke pir bihêz bû ku ji bo têkoşîna xwe, têkoşîneke ku wê bawer dikir, jiyana xwe xist xetereyê. Ez wê bi evîn û rêzgirtineke mezin bi bîr tînim.”
 
Di kategoriya Nûçeyên Kurdî de, ku rojnameger Semiha Alankûş, Hatice Kamer û Hesna Muhemed endamên juriyê bûn, nûçeya rojnameger, nûçegihanên jinnewsê Dîlan Babat û Rojda Aydin bi nûçaya xwe ya bi navê; Kiryarê ku destdirêjî 12 zarokan kir, tiryakê li ku peyda dike’ hêjayî “Xelata Yekem” hatin dîtin.
 
Aktîvîsta TJA'yê Berîvan Elterê xelat da Rojda Aydin û Dilan Babatê.
 
Di kategoriya Nûçeyên Tirkî de xelata yekeminiyê, ji Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgûtê bî nûçeya xwe ya bî navê; ‘Lî Şîrnexê şerê taybet: Çeteya fihûşê ya ku çawîşên pîspor jî di nav de’ girt. Xelata Zeynep Dûrgûtê ji hela endama Lijneya Edîtoriyê ya Kovara Jineolojiyê Fîgen Arasê ve hat dayîn.
 
Yeşim Oruç û Necla Demir Arvas jî di kategoriya nûçeyên Tirkî de hêjayî xelata taybet a juriyê hatin dîtin. Xelata Necla Demîr Arvasê ji aliye Rojnameger Nezahat Doganê, ya Yeşîm Orûçê jî ji aliyê Seroka Komelaya Jinan ya Rosayê Sûzan Îşbîlenê ve hat dayîn.
 
Di kategoriya Nûçeyên Bidîmen de ji Jinnewsê rojnameger Derya Renê bi nûçeya xwe ya bi navê; ‘Bi dîmenan şiddeta dewletê ya li Silopyayê’ xelata yekeminiyê girt. Xelata Derya Renê ji hêla Endama Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê Zeynep Karayilanê ve hat dayîn.
 
Di kategoriya wênekêşiyê de Fatoş Sarıkaya ya ji Ajansa Nûçeyan a Pîr (PIRHA) girt. Xelat ji aliyê Hevseroka DFGê Kesîra Demirê ve hat dayîn.
 
Rojnameger Sonay Odungit jî layiqî Xelata taybet a juriyê hat dîtin. Xelata Sonay Odungitê ji aliyê Hevberdevka Meclisa Şaredriya Bajarê Mezin Demet Ceylanê ve hat dayîn.
 
Di merasîmê de Xelata Rûmetê jî hat dayîn. Rojnamevan Munevver Karademir xelata rûmetê da Dayikên Aştiyê. Li ser navê Dayikên Aştiyê Murevet Demîrê xlat girt.

Sernavên din

16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
10:46 Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
10:35 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
09:56 Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
09:48 Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
17:22 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
16:53 Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye
16:31 DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
16:13 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:13 Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
15:20 Ji Demîrtaş banga ‘Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
15:10 Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
14:27 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyên siyasî re hevdîtinê bike
14:22 Erdogan ji bo Demîrtaş got: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin
14:15 Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
13:49 DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir: Divê îktîdar li gorî pêvajoyê tevbigere
13:46 Şêniyên Wanê: Bila girtiyên Doza Kobanê demildest bên berdan
13:44 Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin
13:40 Bi girseyî serdana şîna Akgun kirin
13:33 Bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyê da, hat derbkirin