NAVENDA NÛÇEYAN – ÎHD û Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş li Îzmîr, Enqere û li Stenbolê daxuyanî li dar xistin û bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Hatîce Onaranê û daxwaza taloqkirina cezayê wê kirin.
ÎHD û Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş li Îzmîr, Enqere û li Stenbolê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, daxuyanî li dar xistin. Di daxuyaniyên li her sê bajaran de bal kişandin ser rewşa rêvebira ÎHD’ê ya Stenbolê girtiya nexweş Hatîce Onaranê.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê daxuyanî li darxist. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimrin. Bêndeng nemîne, nebe şirîkê sûc” hate vekirin.
Rêvebira Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Vetha Aydinê, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Hatîce Onaran (61) a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin. Vetha Aydinê bibîr xist ku Hatîce Onaranê bi salan rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê de cih girtiye û ev tişt got: “Hatîce Onaran, ji ber ku bi girtiyan re piştevaniyeke mirovane kiriye tê ragirtin û ev piştevanî bi tu awayî sûc nayê hesibandin. Dema hate girtin tedawiya pencerşêrê didît. Ji ber girtinê mafê wê yê tedawiyê hate astengkirin. Li girtîgehê nayê tedawîkirin. Ji bo tedawiyeke bi rêk û pêk daxwaza me ew e ku cezayê wê bêtaloqkirin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştînê ve bidawî bû.
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş, daxuyaniya hefteya 579’emîn li Kolana Sakaryayê li dar xist. Di daxuyaniyê de bi domdarî dirûşma “Azadî ji bo girtiyên nexweş” hate berzkirin. Endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk beşdar bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Omer Farûk Yazmaci ve hate xwendin. Li cihê daxuyaniyê pankarta “Tedawî heq e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin.
Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Senbolê girtiya nexweş Hatîce Onaranê. Di daxuyanî de hate destnîşan kirin ku Hatîce Onaran ji 79 astengdar e û berî bê girtin tedawiya penceşêrê didît û piştî girtinê mafê wê yê tedawiyê hatiye astengkirin. Herwiha ji bo tedawiya Hatîce Onaranê daxwaza tehliyeya wê hate kirin.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê cara 707’emîn a çalakiya “Rûniştina F”, li ber avahiya şaxê ya li Beyoglûyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiya Hatîce Onaranê û pankartên “Bila girtiya nexweş Hatîce Onaran bê berdan”, “Hatîce Onaran ne bi tenê ye” hate vekirin û bi domdarî dirûşmên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate berzkirin.
Endama ÎHD’ê Gulseren Yolerî, diyar kir ku girtina Hatîce Onaranê bêhiqûqî ye û ev tişt got: “Ev girtin bêhiqûqî ye. Li holê sûcek tune lê ceza heye. Me gelek caran destnîşan kir ku ev helwesteke polîtîk e.”