11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin

  • rojane
  • 09:51 13 Cotmeh 2025
  • |
img

EDENE - Parêzer Tûgay Bek diyar kir ku lêpirsîna der barê kuştina belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadri Bagdû de bi zanebûnî baş nehatiye lêkolînkirin û got: "Dosye ger wekî cînayeteke siyasî bê nirxandin, dê bûyer were ronîkirin."

 
Kadrî Bagdû ê 17 salan belavkariya rojnameya Azadiya Welat dikir ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, di 14'ê Cotmeha 2014'an de li Taxa Şakirpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê dema ku bi durçerxa xwe rojname belav dikir, di êrişeke çekdarî de hat kuştin. Her çend 11 sal di ser kuştina Bagdû re derbas bûne jî, hîn jî kiryar nehatine aşkerakirin.
 
Parêzerê malbata Bagdû Tûgay Bek der barê dosyeya dozê de axivî.
 
Tûgay Bek diyar kir ku biryara "nepenîtiyê" ya di lêpirsînê de rê li ber aşkerakirina rastiyê girtiye û got: "Biryarên nepenîtiyê pir caran ji bo dîtina sûcdaran û pêşîgirtina li revîna wan ji edaletê tên dayîn. Lêbelê, di vê rewşê de, nepenîtiyê rê li ber berhevkirina delîlan a rast û pêşîgirtina li wan girt."
 
'LÊKOLÎN NEHAT KIRIN'
 
Bek, bi bîr xist ku hemû çalakiyên muxalefetê yên li taxa Şakirpaşa ya Edeneyê di dema kuştinê de ji hêla kamerayên MOBESE ve dihatin şopandin û got: "Welatiyên ku beşdarî van xwepêşandanan bûn hatin tespîtkirin û darizandin û hin ji wan hatin cezakirin. Lêbelê, heman kamera nekarîn sûcdarên Kadrî Bagdû tespît bikin." 
 
Bek, destnîşan kir ku tevî delîlên ku wan pêşkêş kirine jî, di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye û got: "Me tomarên Servet Koç radestî dosyayê kirin, lê ji ber ku ew di bombebarana hewayî de mir, îfadeya wî nehat girtin. Der barê van kesan de tu lêpirsîn nehat kirin."
 
'HEYA DEMOKRATÎKBÛYÎN ÇÊNEBE RONÎKIRIN ZEHMET E'
 
Bek, anî ziman ku cînayeta Kadrî Bagdû cînayeteke siyasî ye û got: "Me gelek caran anî ziman ku divê di nava DAIŞ'ê de li kiryarê vê cinayetê bê gerîn. Lê dozgeriyê di vî warî de lêpirsînê berfireh nekir. Di cînayetên DAIŞ'ê yên di heman heyamê de xwe gihandin kiryaran, lê li vir heman îrade nehat nişandan. Her wiha aliyekî polîtîk ê bûyerê jî heye. Cînayetên wiha siyasî, rasterast girêdayî têkoşîna demokratîkbûn û azadiyê ya welêt in. Heya li Tirkiyeyê guherînên mayinde yên demokratik çênebin, zehmet ku dosyeyên wiha tarî bên ronîkirin." 
 
Bek, destnîşan kir ku divê dosyeya Bagdû careke din bê nirxandin û got ku ji ber ku Kadrî Bagdû xebatkarekî çapemeniya Kurd bû, ji aliyê DAIŞ'ê û dewleta kûr ve hedef hat girtin û divê dozger vê yekê wiha qebûl bike. Bek, bilêv kir ku heya guherîn çênebe zelalkirian vê cînayetê zehmet e. 
 
BERNAMEYA BÎRANÎNÊ
 
Kadrî Bagdû, dê di 14'ê Cotmehê saet di 13.00'an de li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukobayê bê bibîranîn. 
 
ÇI QEWIMÎBÛ?
 
Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK'ê hat girtin, Kadrî Bagdû, di 14'ê cotmeha 2014'an de gava li Taxa Ovayê ya semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi duçerxeya xwe rojname belav dikir, DAIŞ'iyan ew qetil kirin. Lê belê dosyeya lêpirsînê ya Bagdû 12 sal in wekî berê ye û heya niha ji kiryaran yek jê jî nehatiye darizandin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, ji bo dosyeya Bagdû gotibû "ne bûyereke terorî, bûyereke edlî ye" û dosyeya wî daxilî nav a kiryar nediyaran kiribû. Çendî ku di sala 2016'an de Servet Koç ê DAIŞ'î bi dîmenan û bi nivîskî awayê pêkanîna cinayetê vegotibû jî, lê dîsa jî di dosyeyê de tu pêşketin çênebûn. 
 
Tevî vê jî Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di Cotmeha 2020'î de cinayetê wekî "bûyereke edlî" nirxandin û biryara "lêgerîna daîmî" da. Ji ber vê parêzerê malbata Bagdû bi hinceta "lêpirsîneke çalak nehatiye kirin" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen

Sernavên din

11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî